Oya Ersoy: Ji bo aştiyê qanûn hewce dikin

  • 09:03 5 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy ku diyar kir di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li benda dewletê ne ku ne bi garantiya hiqûqî tevbigere, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd divê derfetên bê dayîn ku Abdullah Ocalan siyasetê bike. 
 
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê di Gulana 2025'an de çekên xwe şewitand û bi ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" salek derbas bû jî dewletê hîn jî tu gavên berbiçav ji bo mîsogerkirina pêvajoyê neavêtine. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 
 
Oya Ersoy, tekez kir ku pêvajo nikare di "parantezek terorê" de were sînordarkirin û banga mîsogerkirina qanûnî yên bilez û lihevhatina civakî kir. 
 
Oya Ersoy diyar kir, "Garantorê rastîn têkoşîna hevbeş û çavdêriya parêzvanên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê ye. Divê ev çavdêrî ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet were hêsankirin."
 
Oya Ersoy diyar kir ku ji bo ku pêvajo ji têkçûnê dûr bikeve, çarçoveyek qanûnî girîng e û got: "Ji 1'ê Cotmeha 2024'an vir ve me nedîtiye ku dewlet gaveke rast jî bavêje. Sedema herî mezin a têkçûna van pêvajoyan nebûna qanûnê ye. Her çend divê pirsgirêka Kurd, ku li Tirkiyeyê zêdetirî 40 salan e berdewam dike, were çareser kirin û bi pêvajoyek ku li gorî wê nav lê hatiye kirin, pêşveçûn were çêkirin jî, hikûmet hewl dide ku pirsgirêkê tenê di çarçoveya terorê de birêve bibe. Ji bo ku dewlet samîmiyeta xwe nîşan bide, divê pêşî biryarên Dadgeha Destûrî (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bicîh bîne, dest ji tayînkirina qeyûman berde û girtiyên siyasî ji girtîgehan berde."
 
Siyaseteke demokratîk
 
Oya Ersoy, bi bîr xist ku di derbarê çawaniya misogerkirina beşdariya civakî piştî çekberdanê de valahiyek qanûnî heye û diyar kir ku entegrasyon li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) pêwîst e. Oya Ersoy axivî: "PKK'ê diyar kir ku çekên xwe danîne, lê paşê çi dibe? Divê mirovên ku çûne çiyayan bikaribin li vê herêmê bijîn û beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Ev mirov zarokên vê neteweyê ne. Divê garantiyek û çarçoveyek qanûnî ku her kesî digire nav xwe bê şert û merc were damezrandin. Divê rê were vekirin ku ev mirov bikarin xwedî li mafê xwe derkevin û bi awayekî demokratîk li vê axê bijîn."
 
Avakirina Komîsyona Rastî û Edaletê
 
Oya Ersoy bi gotina ku rûbirûbûna bi rabirdûyê kevirê bingehîn ê aştiya mayînde ye, diyar kir ku kuştina Gulistan Doku mînakek êrîşên li ser bedena jinan e û wiha domand: "Em bîranîna pevçûnek 40 salî ne. Bêyî rûbirûbûna valakirina gundan û kuştinên kiryar ne diyar, pêşveçûn çênabe. Bi taybetî, divê pratîkên rayedarên dewletê yên xwedî desthilatdariya bêsînor, wekî ku di doza Gulistan Doku de tê dîtin û bedena jinan wekî xenîmetên şer tên dîtin, hesab bê pirsin. Avakirina Komîsyona Rastî û Edaletê şertek girîng e ji bo pêkanîna pêvajoya ku ji hêla NY ve wekî edaleta veguhêz tê pênasekirin. Divê ev komîsyon bi beşdariya hem partiyên siyasî û hem jî parêzvanên mafên mirovan were avakirin, da ku 'dîsa qet nebe'."
 
Hevcedariya 'Mafê Hêviyê'
 
Hevseroka Giştî Oya Ersoy, diyar kir ku 'Mafê Hêviyê' tê wê wateyê ku her kesê di girtîgehê de mafê wî heye ku piştî demek diyarkirî were berdan, wekî din ew ê bibe cezayê darvekirin û wiha bi lêv kir: "Berevajî demên berê, ev pêvajo bi muxatabê xwe yê rastîn, Abdullah Ocalan, tê meşandin û ev aliyek erênî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêdivî ye ku derfet ji bo Abdullah Ocalan werin afirandin da ku siyasetê bike. Hemwelatîbûna wekhev, jiyana bi zimanê dayikê û xurtkirina rêveberiyên herêmî ji bo avakirina rejîmek ku mafên mirovan dide pêş, neçar in. 'Mafê Hêviyê' jî divê wekî beşek ji vê avakirina demokratîk were dîtin."
 
Ji bo aştiyeke mayînde çavdêrî
 
Oya Ersoy, bal kişand ser hevgirtina navneteweyî di çavdêrîkirin û mîsogerkirina pêvajoyê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîsogerkirina rastîn ên aştiyê parêzvanên mafên mirovan, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li vê herêmê ne. Lêbelê, binpêkirina mafên mirovan li cîhekî binpêkirina mafên mirovan e. Em, wekî parêzvanên mafên mirovan, erkê Komîsyona Çavdêriya Çavê Sêyemîn digirin ser xwe. Her çend mînakên li çaraliyê cîhanê di qonaxa bêçekbûnê de rola garantor nîşan didin jî, li herêma me, çek berê hatine danîn. Di vê qonaxê de, garantorê rastîn têkoşîna hevbeş û çavdêriya parêzvanên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê ye. Divê ev çavdêrî ji bo aştiyek mayînde û bi rûmet were hêsankirin."