ROJEVA 5'Ê GULANA 2026'AN

  • 09:00 5 Gulan 2026
  • Rojev
*Endamên meclîsa şaredariyên Bismil û Çinarê, bal kişandin ser xwedîderketina civakî ya ku ji hêla rêveberiyên xwecihî ve tê meşandin û bang li hikûmetê kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşvebirina pêvajoya danûstandinan û xurtkirina modela rêveberiya demokratîk-a herêmî gavên berbiçav bavêje. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Oya Ersoy ku diyar kir di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li benda dewletê ne ku ne bi garantiya hiqûqî tevbigere, destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgrêka Kurd divê derfetên bê dayîn ku Abdullah Ocalan siyasetê bike. BI DÎMEN 
 
*Xurtkirina rêveberiyên herêmî li herêmên bi pevçûnan ve girêdayî dibe amûrek ji bo avakirina aştiyê, wekî ku di modela qraltiya Yekbûyî de tê dîtin. Ev nîşan dide ku demokrasiya herêmî ne tenê modelek rêveberiya teknîkî ye, lê di heman demê de mekanîzmayek siyasî ye ji bo çareserkirina nakokiyan.
 
*Komeleya Çand û Hûnerê ya Amargî ku li Sûrê hatiye damezrandin, armanc dike ku ciwanan li dora çand, huner û ziman li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên şerê taybet bicivîne. DÎMEN HEYE
 
*Rêveberiya Meclisa Jinan a PYD'ê Horiya Şemdîn, anî ziman ku yekem care mafê kurdan li Sûriyeyê wê bê qebûl kirin. Hebûn û nasnameya gelê Kurd di destura nû ya Sûriyeyê d encama têkoşîna 14 salan a Rojava û jinên Kurd e. DÎMEN HEYE