Ji bo parêzer Hatîce Kocaefe ya hat qetilkirin çalakî
- 21:35 30 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL- Ji bo Hatîce Kocaefe ya ku hat qetilkirin, hevpîşeyên wê daxuyanî dan û diyar kirin ku parastin bûye hedef û polîtîkayên bêcezahiştinê êrîşan teşwîq dike.
Parêzerên Baroya Stenbolê, der barê parêzer Hatîce Kocaefe ya ku li Bursayê hat qetilkirin, li avahiya Baroya Stenbolê ya Şîşliyê, li ber Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê û li ber Plaza Încîrlî Omura BAkirkoyê bi awayekî hevdem çalakî pêk anîn. Parêzerên xwestin ji ber avahiya navendê bimeşin Qada Galatasarayê, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û li ser vê çalakiya runiştinê hat li darxistin. Seroka Meclîsa Parêzerên Ciwan Seyma Eren daxuyanî xwend.
Şeyma Eren da zanîn ku qetilkirina Hatîce Kocaefe ne munferîte û got: “Hevala me ji ber pîşeya xw ekir di 26 salî de hat qetilkirin. Em dizanin ku ev bûyer ne munferîte û encama pergala sîstematîke. Parêzerên ciwan di bin hawira tundiyê de pîşeya xwe dikin. Tundî ne tenê li kolanan li edliyeyan jî tê kirin. Merciya parastinê bi zanebûn tê bênirxkirin. Dixawzin faliyetên darizandinê ya parêzer tasfiye bikin. Di fitrata tu pîşeyê de mirin tuneye. Em ê bêdeng nemînin, vê qebûl nekin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.








