Dayik û bavê Gulistan Doku ji bo testa DNA'yê mînak dan

  • 16:10 30 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Dayik û bavê Gulistan Doku ya ku hatibû kuştin, di çarçoveya dozê de ji bo testa DNA'yê nimûne dan.
 
Geşedanên piştî lêpirsîna şeş salan a windabûna Gulistan Doku dewam dikin. Di çarçoveya van geşedanên nû de, 12 kes, tevî walîyê wê demê Tuncay Sonel, hatine girtin.
 
Piştî fermana Serdozgeriya Komarê ya Erziromê, dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku û bavê wê Halit Doku ji bo dayîna nimûneyên DNA'yê şandin Saziya Tiba Edlî (ATK).
 
Hate diyarkirin ku ji bo diyarkirina ka di wesayîtên Tuncay Sonel ên hatine desteserkirin de şopên têkildarî Gulistan Doku wê bên dîtin an na, nimûneyên DNA'yê hatine girtin.