ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 28 Nîsan 2026
- Rojev
* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku berdewamiya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zirarê dide pêvajoyê û got: "Dewlet hewceyê zihniyeteke siyasî û zelaliyekê ye ku nîşan bide ku ew dikare ji nêzîkatiya xwe ya ewlehî-navendî derbas bibe û pirsgirêkê bi awayekî demokratîk çareser bike." BI DÎMEN
*Parêzer Rozîv Kîno diyar kir ku ji aliyê HTŞ'ê ve derbarê binpêkirinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava de tu rapor nehatiye amadekirin û got, "Divê hikûmeta Şamê berpirsiyariyeke adîlane bigire ser xwe û van hemû bûyeran bi tevahî lêkolîn bike." DÎMEN HEYE
*Li Cîzîrê ku hema bêje jiyana rojane bi Kurdî ye, nebûna zimanê Kurdî li ser tabelayên agahdarkirin û hişyariyê yên li deverên dîrokî balkêş e. DÎMEN HEYE
* Karkerên jin ên Digel Tekstilê, ku salek û nîv e li dijî zext, tacîz û mobbingê li cihê kar li ber xwe didin, gotin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li kolanan bin. Jinan gotin, "Em hemû hevkarên xwe yên kar vedixwînin ku di 1'ê Gulanê de mil bi mil li kolanan bimeşin." DÎMEN HEYE
*Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Ayfer Fatma Çelik, diyar kir ku jin dikarin bibin kirde û mijarên damezrîner ên jiyana komunal.DÎMEN HEYE







