Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 5’emîn de berdewam kir

  • 21:22 26 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - 11’êmîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 5’emîn de bi du panel û lîstika bi navê The Man Outside ve berdewam kir.
 
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, li ÇandAmedê berdewam dike. Di nava rojê de panelên li ser navên “Di şert û mercên şer de şano kirin” û “Sudan-Şano li Herêmeke Şewitî” hatin lidarxistin.
 
Îşev jî lîstika bi navê “The Man Outside” ku derhenêrê wî Oleksandr Kovshun e, hat nişandan. Di lîstika The Man Outside de mijara şerê li ser bandora mirovahiyê digire dest. Lîstikvanên ku ji Ukraynayê hatin lîstika xwe peşkeş kirin,  ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat.
 
Mihrîcan dê sibê jî bi bernameyên cûr bi cûr berdewam bike.