Ji Rojava û Rojhilat peyama yekîtiyê

  • 14:42 26 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED – Di konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de, peyamên ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatin şandin hatin xwendin. Di peyaman de hat gotin ku pêwîstî bi yekîtiya Gelê Kurd heye.
 
Konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi şîara "Kurdên Bakur Yekîtiya xwe ya Neteweyî nîqaş dikin" li Eywana Konferansa Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Gelek endamên însiyatîfê, siyasetmedar û gelek sazî û dezgehên sivîl tevlî konferansê bûn.
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, ev peyam şand: “Em dizanin ku di dîroka kurdan de her çiqasî zehmetî hatibin jiyîn jî di ev demên dawî de nîşan da ku cudahiyên fikir û nêrîn navber neda kurdan. Ev nebûn sedema parçebûnê. Berovajê wê ev sedemê dewlemendiyê ye. Li hember êrîşan yekîtiya gelê Kurd û gelên dinê gelek girîng e. Ji ber vê yekê yekîtiya civakan di vê hêlê de gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî çi asteng dibin bila bibin dê ev bê derbas kirin. Gelek beşên din ku bi kurdan re nav hevde dijîn gelek girîng e. Em yekîtiya neteweyî ji dirûşmeyê vedûgehirînin pratîkê. Di vê xalê de em sedî sed serkeftî ne. Li Rojavayê Kurdistanê me konferansek li dar xist. Me bi salan danûstandinên dirêj kir. Em rastî zehmetiyan hatin. Ji ber vê yekê pêwîst bû em yekîtiya xwe ava bikin û me jî ji ber vê yekê yekîtiya xwe ava kir. Ji bo ku kurd bigihîjin mafên xwe, bibin aliyekî çêker li Sûriyeyê ji bo ev helwest pêk bê girîng e. Her wiha li Tirkiyeyê jî gelek kesên cuda jî hene û gelê kurd dixwazin ku em bibin yek.”
 
Ji Rojhilat peyam 
 
Ji Dîplomasiya KJAR’ê Şiyan Horam jî di peyama xwe de got, “Belkî hêzên desthilatdar, hêzên statukoparêz xwestin nasname û dîroka gelê Kurd binax bikin, lê belê têkoşîna gelê Kurd bi azmûnên xwe yên giranbuha; hem pratîkî hem teorîk di asta herî jor de karî vê dîrokê biparêze. Ev destkeftiyên xwe heta îro anî û kir zemînek ku îro di çarçoveya Neteweya Demokratîk de, çarçoveya projeya aştî û civaka demokratîk de îro bi azmûn bûye. Ji ber vê jî girîng e wan destkeftiyan bi pêşengiya jinên Kurd, bi pêşengiya şoreşgerên Kurd, bi pêşengiya gelên azadîxwaz heta îro hatiye. Ji ber vê jî ev qonax qonaxeke gelekî hestiyar e, hişyariyek siyasî ji bo navê vê pêwîst e. Ji ber ku em bikarin wan destkeftiyan biparêzin, pêwîstî bi ruhê yekîtî û yekrêziyê heye. Bi ruhê yekîtî û yekrêziyê em lazim e tevbigerin. Ji ber ku çarenûsa hemû gelan, çarenûsa hemû neteweyan bi hev re girêdayî ye. Ew êrîşên ku îro li Kurdistanê birêve diçin, di heman demê de ew êrîş li hemberî neteweyên din in jî. Ji ber vê jî lazim e kesayetên azadîxwaz, kesayetên demokrasîxwaz, kesayetên ku ji bo gihîştin bi nasnameya neteweyî û gelan têkoşînê didin meşandin, li hemberî van êrîşan bi şêwazekî yekdest dest pê bikin. Îro gelê Kurd dikare di çarçoveya projeya ku li Bakurê Kurdistanê, projeya aştî û demokratîk ku di qonaxa xwe ya duyem de kar û têkoşîn birêve diçe; projeya ku bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya 27 salan li Îmraliyê û di heman demê de tevgera azadiyê bi têkoşîna xwe ya 52 salî îro gihîştiye zemîna ku hemû gelan bikaribin bi hev re di çarçoveya Neteweya Demokratîk de xebatê birêve bibin. Ew zemînek aştî û azadiyê ye. Îro di heman zemînî de gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd dikarin di vê zemînê de pêşengiyeke rasteqîn ji bo hemû neteweyên din bidin nîşandin. Ji ber vê jî bi rastî em dikarin bibêjin projeya civaka aştî û demokratîk bi yekîtî û yekrêziyê bi ser dikeve. Ev dê ji bo me bibe zemînekî jinûve avakirinê, ew ê bibe zemîna têkoşîna gihîştin bi statuya azadiyê, ew ê bibe zemîna ku bi awayekî qanûnî em bikaribin di çarçoveya demokratîkkirina hemû civakan de xwedî rol bin. Careke din em vê konferansê di şexsê mîmarê azadiyê de, di şexsê hemû têkoşînên azadiyê de pîroz dikin.”