Ji Nesrîn Sotudeh û girtiyên din xeber nayê girtin
- 14:06 7 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li gorî raporan, malbatên wan derbarê rewşa Nesrîn Sotudeh û girtiyên din de ti xeberek nagrin û her wiha hate diyarkirin ku piştî revîra girtîgeha Evînê hate texrîbkirin, girtî ji mafê xizmeta tenduristiyê bê par hatine hiştin.
Li gorî rapora ku ji aliyê malbata Nesrîn Sotudeh a parêzer û parêzvana mafê mirovan a girtî ve hatin weşandin, derbarê cihê ku lê tê ragirtin û rewşa wê de hê ti agahî nehatine bidestxistin. Fikarên derbarê rewşa tenduristiya wê de, ji ber vê rewşê zêde bûn.
Li gorî raporan, di dema şerê 12 rojan de, di encama texrîbkirina revîra girtîgeha Evînê de, xwegihandina girtiyan a xizmeta tenduristiyê bi temamî qut bûye. Hewldanên derbarê avakirina revîrek demkî ya qawîşa 7’an de, ji ber dijwarbûna pevçûnan hate sekinandin û girtî ji her cûrê xizmeta tibî bê par dimînin.
Serlêdanên malbatan bê bersiv dimînin
Nesrîn Studeh ku ji sala 2022’an heta niha nexweşîna dil dikşîne, berê jî destûra tedawiya mehane bikar dianî. Lê belê piştî ku ji nûve hate girtin, rewşa xwegihandina xizmetên tenduristiyê ne diyariya xwe diparêze û ev jî fikara îhtimala bandorên li ser tenduristiya wê zêde dike. Tevî ku malbata wê bi caran serî li saziyên darzê dane, derbarê cihê ku lê tê ragirtin û rewşa wê de heta niha ti agahî nehatiye bidestxistin û bi temamî di nava nebûna agahiyan de ne.
Ev geşedan di demek ku li girtîgehên cûda malbat ji aqûbeta girtiyan bê xeber in de tên dîtin, qutbûna têkiliyan û baparmayîna ji mafê bingehîn tên jiyîn. Ji ber vê rewşê, di pêvajoya mijara gotinê de zexta li ser girtiyan zêde bûye û fikarên derbarê xegihandina standartên mirovî yên herî kêm de kêmtir bûye, zêde dike.







