Mîhrîcan li Hewagê bi meşê didome

  • 15:20 2 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Di meşa ku li Hewagê di çarçoveya Mihrîcana Rojên Amara de hat lidarxistin , dirûşmeya "Kurdistan giyanê, Apo rêberê me ye" hat berzkirin.
 
Mîhrîcana Rojên Amarayê ku bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad re Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk" hat lidarxistin, li navçeya Hewag ya Rihayê meşek hat lidarxistin. Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan jî beşdarî meşê bû. Girseya ku li ber buroya Partiya DEMê ya Navçeyê hat destpêkirin, li ser Kolana Ataturk heta navenda bajêr dewam kir.
 
Di nav dirûşmeyên ku hatin berzkirin de ev hebûn: "Kurdistan giyanê me, Apo rêberê me ye", "Jiyan bê Serok nabe", "Rojbûna te pîroz be, Rêber Apo," û "Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re." Hatin berzkirin.