Cezayê pereyan ê li ARSÎSA’yê hat birîn protesto kirin

  • 16:32 2 Nîsan 2026
  • Rojane
WAN - Midûriyeta Perwerdeyê ya Erdîşê, cezayê pereyan li Komeleya ARSÎSA’yê ku li Erdîşê perwerdeya zimanê Kurdî dide, birîbû. Ev ceza ji hêla gel ve hate protestokirin.
 
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê, cezayê pereyan li Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA ya li navçeya Erdîş a Wanê xebatên perwerdeya zimanê Kurdî dimeşîne, birî. Hinceta cezayê "xebatên perwerdê û hînkirinê yên bêdestûr’ hat nîşandan. Têkildarî cezayê hateiye birîn, li pêşiya ARSÎSA’yê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta  “Ziman xeta me ya sor e” hate hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedarên bajar jî tev li bûn.
 
Rêveberê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Lokman Babat di daxuyaniyê de got ku her miletekî zimanê xwe heye û got: “Miletê Kurd jî bi dîrok, çand û zimanê xwe li vê xakê miletekî qedîm e. Dîrokê nîşan daye ku zimanê Kurdî bi qedexe, zext û zordestiyê nehatiye tunekirin. Îroj pêvajoyek heye û bingeha xwe jî ji statuya nasname û ziman digire. Lê em dibînin ku Midûriyeta Perwerdeyê ya Wanê 450 hezat TL cezayê pereyan daye Komeleya ARSÎSA’yê. Ev rewş, ji bo rêveberên vî bajarî şermekî pir mezin e. Em vî cezayî şermezar dikin. Ev biryareke li dijî zimanê Kurdî ye.”
 
Di berdewamê de Lokman Babat, diyar kir ku ARSÎSA saziyeke ji gel re vekirî û rewa ye, xebatên zimanê Kurdî dike û wiha pê de çû: “Armanca saziyê xutkirina têkiliya ziman a zarokan, ciwanan û malbatan e. Lêbelê cezayeke neheq û giran lê hatiye birîn. Dixwazin pêşiya xebatên wan bigirin. Di bin navê komele û weqfan de bi sedan cemaet û terîqet hatin avakirin. Lêbelê tenê cezayê didin saziyên Kurdan. Ev jî nêzikatiye li dijî zimanê Kurdî nîşan dide. Bêtehemûliya li dijî zimanê Kurdî, li pêşiya pêvajoyê astengiyeke mezin e. Zimanê Kurdî xeta me ya sor e û em ê ji vê xetê paşvegavê neavêjin. Em bi aşkerayî dibêjin, zimanê Kurdî sûc nîne. Perwerdeya bi zimanê dayikê sûc nîne. Saziyên ji bo ziman û çandê dixebitin sûcdar nînin.”
 
Lokman Babat, xwest astengiyên li pêşiya fêkirina zimanê Kurdî bên rakirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê statuya zimanê Kurdî bê naskirin û ev statu di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Divê astengiyên li pêşiya fêrkirina zimanê Kurdî bên rakirin, zextên li ser saziyên Kurdî bên bidawîkirin û rayedarên dewletê piştgiriyê bidin van saziyan. Hewceye dewlet li gorî ruhê pêvajoyê, ji bo perwerdeya zimanê dayikê gavan biavêje. Em dizanin ku aştî ji ziman dest pê dike. Ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê perwerde bi zimanê dayikê be. Ev daxwazên sereke ne. Bicihanîna van daxwazan berpirsyartiya dewletê ye.”