Li Serêkaniyê şahiya 4'ê Nîsanê
- 16:44 2 Nîsan 2026
- Rojane
RIHA – Di roja duyemîn a Festîvala Amarayê de ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk tê lidarxistin, li Serêkaniyê şahiyek bi coş hate lidarxistin.
Şahî, ku bi dirûşmeya "Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad re" hate lidarxistin, li ofîsa navçeya Serêkaniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pîrozkirina 77 saliya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.
Şahiyê di binê baranê de bi govendê dewam kir.







