Bijîşkên Sînor Nenas: Destdirêjî bûye çeka şer

  • 17:02 31 Adar 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas piştrast kir ku kûrbûna aloziya mirovî li Sûdanê bûye sedema zêdebûna xeternak a destdirêjiyê û diyar kir ku destdirêjî bûye "taybetmendiyek sereke".
 
Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas, Hêzên Piştgiriya Lezgîn û komên hevalbendên wan, bi pêkanîna destdirêjiya berfireh li herêma Darfurê tawanbar kir. Rêxistinê îdia kir ku ev pêkanîn sîstematîk û bi zanebûn in, armanca wan ew şermezarkirin û tirsandina sivîlan e, ku ev yek dikeve kategoriya binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî.
 
Rêxistina Bijîşkên Sînor Nenas îro, ragihand ku destdirêjî bûye "taybetmendiyek sereke" ya şerê ku nêzî sê salan e li Sûdanê diqewime. Rêxistinê destnîşan kir ku ew wekî amûrek ji bo bindestkirina niştecihên herêmî û bi taybetî hedefgirtina komên etnîkî tê bikaranîn.
 
Jin û keç herî zêde rastî destdirêjiyê tên
 
Rêxistinê diyar kir ku di navbera salên 2024 û 2025’an de 3 hezar û 396 kesên rastî destdirêjiyê hatine, piraniya wan jin û keç in, her wiha ew jin û keç li navendên rêxistinê hatine dermankirin. Rêxistinê tekez kir ku ev hejmar ji ber zehmetiya gihîştina qurbaniyan û tirsa ji ragihandinê, rêjeya rastîn a binpêkirinan nîşan nadin.
 
Raporê diyar kir ku tîmên rêxistinê di dema êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn yên li ser kampa Zemzem a ji bo mirovên koçber di sala 2025’an de, ji bilî binpêkirinên cuda piştî dagirkirina El-Faşêr, rewşên berfireh ên destdirêjiyê belge kirine. Mîsyoneke Neteweyên Yekbûyî ku wekî "qirkirin" bi nav kir, şahidiyên jinên ku gelek caran rastî tecawizê hatine, bi taybetî di êrîşên ku bi awayekî eşkere komên etnîkî hedef digirin, destnîşan kir. Her wiha tohmetên ku destdirêjî wekî amûrek ji bo paqijkirina etnîkî tê bikaranîn, xurt kir.