Li Mêrdînê mirina bi gûman
- 11:35 31 Adar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Jina bi naê Elif Çelik di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe ya li navçeya Artukluyê mirî hat dîtin.
Jina bi navê Elif Çelik ku li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê dima, di bin şert û mercên gumanbar de li mala xwe mirî hat dîtin. Hat diyarkirin ku malbata wê piştî ku nekarî pêwendiyê pê re daynin çûne mala wê û dîtine ku Elif Çelik jiyana xwe ji dest daye. Tê îdiakirin ku Elif Çelik sê roj berê miriye û wê xwe kuştiye. Cenazeyê Elif Çelik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî lêkolînan, cenazeyê Elif Çelik li gundê Dopik ê navçeya Hezexê hat veşartin.







