Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Em ê çalak tevli xebatên yekitiyê bibin

  • 15:30 27 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Endamê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Hasan Ozguneş, diyar kir ku ew piştgiriyê didin “Projeya Lihevkirina Neteweyî” û got: “Di pêvajoya heyî de yekitiya Kurdan mecbûriyeteke dîrokî ye. Em ê çalak tev li vê projeyê bibin.” 
 
 Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî ji hêla Endamê Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Hasan Ozguneş ve hate xwendin. 
 
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, têkildarî “Projeya Lihevkirina Neteweyî” ku zêdetirî 200 kesayetên siyasetmedar û rewşenbîran ve hatibû dekarekirin, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Komeleya Aştî û Guftûgoyê ya Civakî (TOD-DER) hate dayin. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
“Di serî de êrişa ji hêla Îranê ve li başurê Kurdistanê li dijî Pêşmergeyan hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. Ji şehîdan re rehmetê û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazîn. Bila serê malbatên me û gelê Kurd sax be.
 
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li navenda Rojhilata Navîn diqewime qeyranên kûr diafirîne. Ev qeyran, di heman demê de bi xwe re derfetan jî tîne. Erdnigariya Kurdistanê di navenda van guherî, veguherîn û qeyranan de cih digire. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de veguherîn û qeyranên bi heman rengî çêbûn. Lê gelê me amade û rêxistinkirî nebû. Lewma nekarî çarenûsa xwe diyar bike û statuyeke hebûna xwe bi dest nexist. 
 
Ji bo di roja me de ji vê qeyranê sûd bigirin û statuya xwe diyar bike, tenê rêyek li pêşiya gelê me heye; ew rê jî yekitiya neteweyî ye. Her wiha divê ji bo hemû senaryoyên erênî û neyînî amade be. 
 
Di qadên 8’ê Adarê û Newroza îsal de jinan û gelê Kurd bi coş û dengekî xurt got ‘yek e yek e yek e gelê Kurd yek e’. Got ku rizgarbûn ne di parçebûnê de lê di yekbûnê de ye. Bi vê helwesta xwe nexşerêyek danî pêşiya her kes û rêxistinan. 
  
Bûyerên li Rojava, Rojhilat û Başûr diqewimin û pêvajoya li Bakur, berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê her kes, alî û partiyan. Niha tam jî dema yekitiyê ye.
  
Girêdayî vê; 200 kesayetên hêja yên li başurê Kurdistanê banga yekitiyê kirin. Em vê bangê erênî dibînin û piştgiriyê didin. Wekî Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; diyar dikin ku em ê bi awayeke çalak tev li hemû xebatên yekitiyê bibîn. Li gorî me heke yekitî çênebe, serkeftin jî nabe. 
  
Gelê me ev sed sal e ji bo azadî û statuya xwe têdikoşe û serî hil dide. Rewşa parçeyî û polîtîkayên ji hev parçekirinê, pêşiya xwegihandina armancan girtiye. Rê li ber êş û windakirinên mezin vekir. Êdî dema têkbirina vê çarenûsa reş hatiye. Şert û mercên li hundir û derve, yekitiyê li gelê Kurd û gelên Kurdistanê ferz dikin. Divê ev derfet ji dest neyê derxistin. Yekbûn û bi hev re tevgerîn dê parastina destkeftiyan jî hêsanî bike.
 
Yekitî, daxwaz û hêviya domdar a gelê Kurd e. Gelên Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz her tim ev daxwaz anîne ziman. Ev daxwaza jidil û heq, divê ji hêla hemû partiyên Kurdistanî, rêxistinên jinan, ên ciwanan, rêxistinên demokratîk, ên kedkar û karkeran, ronakbîr, hunermend, rêxistinên baweriyan û kesayetên hêja ve li ber çavan bê girtin û ji bo bicihanîna wê têkoşîn divê. 
 
Di vê serdema dîrokî de berpirsiyariya me tevan a herî mezin, yekitiya neteweyî ye. Lewma divê her kes piştgiriyê bide banga yekitiyê ya 200 kesayetên hêja yên ji başûrê Kurdistanê. Em, vê bangê biqîmet dibînin û bê şert û merc piştgiriyê didin. Em ji bo her berpirsyartiya dikeve ser milê me amade ne.” 
 
Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî îşaret bi şerê li Rojhilata Navîn kir û got ku pir girîng e ku Kurd di vê pêvajoyê de hevgirtî bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.