Elefteria Fortulaki hate bîranîn

  • 23:14 24 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefteria Fortulaki li Atînayê hate biranîn. Di bîranînê de nameya ku Elefteria Fortulaki beriya şehîd bikeve nivîsandibû, hate xwendin.
 
Şoreşgera enternasyonalîst a Yewnan Elefteria Fortulaki ku digot "Ez Kurdistanê jî wekî welatê xwe dibînim" û bi laşê xwe berxwedana Newrozê mezin kiribû, li paytexta Yewnanistanê Atînayê, li cihê ku çalakiya xwe lê pêk anîbû hat biranîn.
 
Bîranîna Elefteria Fortulaki bi beşdariya Kurdistanî û enternasyonalîstan li Meydana Dêra Agios Nikolas pêk hat. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Elefteria Fortulaki û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.
 
Piştre nameya ku Şehîd Elefteria Fortulaki beriya çalakiya xwe nivîsandibû hat xwendin. Bîranîn bi dirûşma Şehîd namirin bi dawî bû.