ROJEVA 20'Ê ADARA 2026'AN

  • 09:00 20 Adar 2026
  • Rojev
 
* Dengbêj Hediye Kalkan, jiyana xwe ya zehmet bi stranên xwe tinê ziman. Bi têkoşîna xwe ji jinên derdorê re jî dibe mînak. BI DÎMEN 
 
* Li Mersînê amadekariyên Newrozê didomin û elqeya ciwanan a ji bo cil û bergên gelerî zêde bû. Dirûnkar Sureya Ceylan  diyar kir ku sîparîşên şal û şepikan mehek berê dest pê kiriye û got: “Ev ne tenê cil û berg in, ev bîra dîrokî ya gel e.” BI DÎMEN 
 
* Abdullah Ocalan bi parastina gelê Kurd û jinan wan tenê ji qirkirinê an jî qurbanîbûnê xilas nake, heman demê de datîne holê ku çarçoveya stratejiyê de dikare polîtîkayan biafirîne. Baş nefêmkirinê û êrîşên pergalê tên fêmkirin. Ev di alî tevgera azadiya Kurd de ji roja ewil de wisa bû. Garantiya serkeftinê fêmkirin û belavkirine." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Li Stenbolê amadekariyên Newrozê bi pêşengiya jinan didomin. Şengul Bîngol da zanîn ku wê hemû qadên Newrozê veguherin qada berxwedanê û  got: “Jin wê bi biryarbûna bibin kirdeya jiyana azad û aştiyê wê li qadan bin.” BI DÎMEN 
 
* Peyamên Abdullah Ocalan yên Newroza 2013-2014 û  2015’an de ku siyaseta demokratîk, aştî, jiyana hevpar û xeta çareseriya qanûnî derxist pêş.