ROJEVA 20'Ê ADARA 2026'AN 2026-03-20 09:00:00     * Dengbêj Hediye Kalkan, jiyana xwe ya zehmet bi stranên xwe tinê ziman. Bi têkoşîna xwe ji jinên derdorê re jî dibe mînak. BI DÎMEN    * Li Mersînê amadekariyên Newrozê didomin û elqeya ciwanan a ji bo cil û bergên gelerî zêde bû. Dirûnkar Sureya Ceylan  diyar kir ku sîparîşên şal û şepikan mehek berê dest pê kiriye û got: “Ev ne tenê cil û berg in, ev bîra dîrokî ya gel e.” BI DÎMEN    * Abdullah Ocalan bi parastina gelê Kurd û jinan wan tenê ji qirkirinê an jî qurbanîbûnê xilas nake, heman demê de datîne holê ku çarçoveya stratejiyê de dikare polîtîkayan biafirîne. Baş nefêmkirinê û êrîşên pergalê tên fêmkirin. Ev di alî tevgera azadiya Kurd de ji roja ewil de wisa bû. Garantiya serkeftinê fêmkirin û belavkirine." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Li Stenbolê amadekariyên Newrozê bi pêşengiya jinan didomin. Şengul Bîngol da zanîn ku wê hemû qadên Newrozê veguherin qada berxwedanê û  got: “Jin wê bi biryarbûna bibin kirdeya jiyana azad û aştiyê wê li qadan bin.” BI DÎMEN    * Peyamên Abdullah Ocalan yên Newroza 2013-2014 û  2015’an de ku siyaseta demokratîk, aştî, jiyana hevpar û xeta çareseriya qanûnî derxist pêş.