Li Peyasê xizmeta astengiyan radike
- 12:16 16 Adar 2026
- Rojane
AMED - Navenda Piştgiriya Otîzmê ya girêdayî Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran a Şaredariya Peyasê, bi dersên taybet û bernameyên perwerdehiya pratîkî re piştgiriyê dide xwendekarên astengdar û yên bi otîzmê. Armanc ew e ku ev kes bikaribin potansiyela xwe bi tevahî derxînin pêş û jiyaneke bi kalîte û tijî bijîn.
Şaredariya Peyasê di bin dirûşma “Ji bo kesên astengdar jiyaneke nû mimkun e” de xizmetên xwe yên bi qalîte didomîne. Li navendê, dersên perwerdehiya taybet û bernameyên pratîkî yên ku ji aliyê pisporan ve tên rêvebirin, bandoreke erênî û girîng li pêşketina fizîkî û derûnî ya xwendekaran dikin.
Di nav van bernameyan de dersên perwerdehiya taybet ligel ergoterapî, lîstik û hunerên dîtbarî, tevkariyê dikin. Ev çalakî alîkariya kesên bi otîzmê û astengdaran dikin ku şiyanên xwe yên mîna ziman û têkilîdanînê, lênihêrîna xwe û jiyana rojane, hiş û jêhatîbûnên zanyarî, ziman û ragihandinê û têkiliyên civakî pêşve dixin.
Navendê her wiha diyar kir ku bi bernameyên perwerdehiyê yên cuda-cuda yên ji bo kesên taybet hatine amadekirin, ew piştgiriyê didin pêşxistina jêhatîbûnên civakî û şêwirmendiya malbatan jî. Her dem li gel kesên astengdar, kesên bi otîzmê û malbatên wan in da ku bi hev re gavên bi bandor bavêjin.







