SOHR: Ji serê salê ve li Suriyeyê herî kêm 51 jin û 80 zarok hatine kuştin
- 14:19 16 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî SOHR’ê ji destpêka îsal ve bi kêmanî 80 zarok û 51 jin li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku sedema van kuştinan, teqandina ketober a çekan, teqînên mayîn û bermahiyên şer û êriş in.
Li gorî heman çavkaniyê, di Çileyê de 33 jin û 39 zarok ji ber teqandina ketober a çekan, bermahiyên şer, kuştinên ji ber nasnameyên mezhebî, gulebebarankirin, mayîn, bombe û dronên Tirkiyeyê hatine kuştin. Di Sibatê de 15 jin û 28 zarok hatine kuştin, piranî jî ji ber teqînên bermahiyên şer in. Di Adarê de 3 jin û 13 zarok, ji ber teqînên bermahiyên şer, sûcên edlî û felaketên xwezayî hatine kuştin.







