Qurbaniyên komkujiya Helebceyê li Rojava hatin bîranîn

  • 14:19 16 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -*Şêniyên Rojava di salvegera 38'an de qurbaniyên Helebceyê bi bîr anîn û daxwaza hesabpirsînê kir.
 
16'ê Adara 1988'an rejîma Sedam Huseyîn bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kir û komkujî kir. Di encamê de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin.
 
Bi boneya salvegera 38'an a komkujiya Helebceyê, şêniyên Qamişlo, Hesekê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Amûdê, Dirbesiyê, Til Temir û Kobanê daketin qadan û bi rêzgirtinan qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.
 
Qamişlo
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Şehîdan bi zimanê kurdî ji aliyê endama meclisê Lîloz Xelîl ve û bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê meclisê Ubeyd Etê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komkujiya Helebceyê ya ku rejîma Sedam Huseyîn kiribû, yek ji sûcên herî qirêjî ên dîroka pergalên dîktator e. Hate diyarkirin ku ev komkujî di çarçoveya siyasetên bi armanca qirkirina gelê Kurd de hatibû pêkanîn.
 
Di daxuyaniyê de komkujiyên di dîrokê de li dijî Kurdan hatine kirine, wekî ya Serhildana Qamişloyê (2004) ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû kirin, komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengal û Kobanê hatin bibîrxistin. Îşaret bi komployên navneteweyî yên li dijî Rojava, koçberkirina xelkê resen ên Efrîn, dagirkeriya Tirk a li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî jî hat kirin û hate destnîşankirin ku ev komplo berdewama hedefkirina hebûna gelê Kurd in.
 
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku hesab ji berpirsên qirkirinên etnîkî bipirsin û edaletê pêk bînin. He wiha hate gotin, dê gelê Kurd li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan têkoşîna rewa ya bidestxistina azadî û rûmetê bidomîne.
 
Tirbespiyê
 
Meclisa Bajarê Tirbespiyê jî piştî deqeya rêzgirtinê, daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe da. Ji rêveberên meclisê Ebdulezîz Abdullah daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebceyê hat şermezarkirin û qurbaniyên wê hatin bibîranîn. Hate diyarkirin ku ev komkujî yek ji sûcên herî mezin di dîroka nûjen de ye û berdewama sûcên li dijî gelê Kurd e.
 
Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan hat rexnekirin. Her wiha êrişên salên dawîn ên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîlayan hat şermezarkirin. Banga hesabpirsînê ji berpirsên bikaranîna çekên kîmyewî hat kirin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de meclisê dilsoziya xwe bi şehîdan re, bi taybet şehîdên Komkujiya Helebceyê re anî ziman û soza domandina parastina nirxên azadî, rûmet û edaletê da.
 
Hesekê
 
Li bajarên Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê jî, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûspiyan, gel daket qadan.
 
Gel ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê 5 deq rêz girtin û daxuyanî hatin dayîn.
 
Di daxuyaniyan de hat bibîrxistin ku 16'ê Adara 1988'an bi fermana Elî Hesen El Mecîd (Elî Kîmyewî) komkujiyeke herî mezin li Helebceyê hat kirin. Hate diyarkirin ku komkujiya Helebceyê dîrokeke bi êş di nava civaka Kurd de ye û di wijdanê Kurdan de bi navê "Adara Reş" tê naskirin.
 
Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin û ji bo bidestxistina mafên rewa banga domandina têkoşînê li gelê Kurd hat kirin.
 
Di dawiyê de şehîdên komkujiyê hatin bibîranîna û ta pêkanîna edalet, azadî û wekheviyê soza domandina rêya şehîdan hat dayîn.