Li Haranê sê zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • 19:41 29 Kanûn 2025
  • Rojane
RIHA – Di encama otomobîla li navçeya Herranê kete nav çuha  avdanê ya DSÎ’yê de 3 zarokên di otomobîlê de bûn cenazeyên wan hatin dîtin.
 
Di qazaya li taxa Telhunta ya navçeya Herran a Rihayê dı encama otomobîla ku kete çuha avdanê ya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) 3 zarokên di otomobîlê de ku li ber avê çûn cenazeye wan hate dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina ajovan Halîl Günduz berdewam dikin.
 
Ji ber berfa zêde ya sibehê, Halîl Günduz dema ku  zarok û biraziyên xwe  dibirin dibistanê, li ser rêya şemitok kontrola wesayîtê winda kir. Piştre otomobîl kete nav kanala avdanê ya Karê Avê ya Dewletê (DSÎ). Du zarok bi tena serê xwe ji avê derketin, lê Halîl Günduz û sê zarok li ber avê çûn.
 
Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêmê ve hatin şandin. Di encama xebatên ku hatin destpêkirin de, cenazeyên 3 zarokan hatin derxistin, û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina Halîl Gunduz berdewam dikin.