Li Efganistanê zextên li ser çapemeniyê zêde dibin

  • 15:45 29 Kanûn 2025
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora salane ya Navenda Rojnamegerên Efganistanê, di bin rêveberiya Talîbanê binçavkirin, geş û sansora li dijî rojnamegeran zêde dibe û di salek de rêjeya binpêkirinan ji sedî 13 zêde bûye.
 
Bi rapora salane ya Navenda Rojnamegerên Efganistanê (AFJC), hat eşkerekirin k udi sala 2025’an de 205 car mafên azadiya çapemeniyê hatine binpêkirin. Bi binçavkirin, gef, sansur, girtina saziyên medyayê û zextan û mirina du kesan binpêkirina domiyane. Li gorî raporê, rêjeya binpêkirinan ji sedî 13 zêde bûye.
 
AFJC’ê diyar kir ku di sala 2025’an de bi dehan rojnameger rastî gef, tacîzan hatine û gelek ji wan jî hatine binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku gelek saziyên medyayê neçar mane xebatên xwe rawestînin.
 
Di raporê û nirxandinên çavdêrên navneteweyî de, tê diyarkirin ku Talîban bi armanca sînorkirina  nûçeyên aborî û siyasî serî li gelek polîtîkayan dide. Hat ragihandin ku di wan pêkanînan de girtina bernameyên siyasî yên di televîzyonên herêmî de, girtina radyoyên jinan, ji bo bêdengkirina rojnamegeran binçavkirin û îtirafên ku bi zorê hatine kirin tên bikaranîn. Saziyên ku li ser azadiya çapemeniyê dixebitin, van gavan weke “zexta pergalî” û hewldana birandina dengê muxalif dinirxînin.
 
Rapora Navenda Rojnamegerên Efganistanê û lêkolînên medyaya herêmî nîşan didin ku rojnamegeren jin di hedefa polîtîkayên cudakar de ne. Tê diyarkirin ku zextên îdarî, qedexeyên çêkirina nûçeyan li qadên ku gelek kes lê kom bûne, rawestandina bernameyan û gefên eşkere bi taybetî li dijî rojnamegerên jin zêdetir dibin. Aktivîstên medyayê, dibêjin ku ev zext dibin sedema otosansura zêde, reva hinek rojnamegeran ji welat an jî surgunê û li navendên nûçeyên kêmbûna hejmara rojnamegerên jin.
 
Saziyên muxalif û biyanê yên medyayê ku ji derveyî Efganistanê weşanê dikin, diyar dikin ku hem li welat hem jî li surgunê hinek rojnameger hê jî di bin zext û gefan de de ne, gelek nûçegihanên serbixwe nikarin bi awayekî azad bixebitin. Saziyên ku armanca wan parastina rojnamegeran e, balê dikşînin ku bi girtina çavkaniyên herêmî û hedefgirtina jinên rojnameger, tenê mafên takekesî nayên binpêkirin, di heman demê de nûçegihaniya serbixwe û rêveberiya giştî ji aliyê pergalî ve qels dike.
 
Bertekên navneteweyî jî bi riya rapor û bangan didomin. Saziyên weke Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) xwestin dawî li binçavkirinên bi kêfî werin, îtirafên ku bi zorê hatine girtin neyên weşandin û ewlehiya rojnamegeran pêk were. Her wiha bang li welatan û civakên navneteweyî hat kirin ku destek bidin rojnamegerên li surgunê.
 
AFJC, xwest operasyonên binçavkirina rojnamegeran û tacîz demildest bi dawî bibin, astengiyên li ser weşanan werin rakirin, dawî li pêkanînên “îtirafên bi zorê” were anîn û jin bikaribin bi wekhevî di medyayê de karê xwe bikin. Saziyê her wiha daxwaz kir ku ji bo pêşî li hilweşîna medyaya serbixwe ya li Efganistanê were girtin, ji aliyê saziyên navneteweyî ve alîkarî ji medyaya bêalî re were dayîn û mekanîzmayên piştgiriya ji bo rojnamegerên li surgunê werin zêdekirin.