Şaredariya Peyasê xizmetên tenduristiyê yên belaş didomîne
- 13:49 4 Kanûn 2025
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê ya Şaredariya Peyasê, ji bo parastina tenduristiya gel, tesbîtkirina nexweşiyan di qonaxên destpêkê de û bilindkirina hişmendiya tenduristiyê ya welatiyan, bi dirûşma “Em ji bo tenduristiya we li vir in” xizmetên pêşîlêgirtinê yên tenduristiyê didomîne.
Di çarçoveya van xebatan de, li Gundê Sekerê standeke muayeneya tenduristiyê ya belaş hate vekirin. Di dema lênihêrînê de ku welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî wê dan, yekîneyên tenduristiyê yên pispor gelek pîvanên girîng bêpere pêk anîn. Di nav van pîvanan de ev hebûn; pîvandina tansiyona xwînê (ji bo tesbîtkirina rîska hîpertansiyonê), pîvandina şekirê xwînê (ji bo tesbîtkirina rîska diyabetê) û hesabkirina îndeksa girseya laş û pîvandina kîloyan.
Di muayeneyan de girîngiya teşhîsa zû careke din hate bibîrxistin û parametreyên sereke bi baldarî hatin nirxandin.
Hişmendiya tenduristiyê hate zêdekirin
Ji bilî kontrolên tenduristiyê, ji bo welatiyan der barê kampanyayên agahdarkirinê jî agahî dan. Xebatkaran li ser mijarên girîng ên wekî xwarina saxlem, sporek bi rêkûpêk û kêmkirina bikaranîna xwê û şekir û gelek mijarên din ên girîng agahî dan.
Rayedarên şaredariyê diyar kirin ku ev cure çalakiyên muayene û agahdarkirinê wê bi awayekî plankirî û birêkûpêk li tax û gundên din ên navçeyê jî bên kirin. Şaredariya Peyasê bi van xebatan piştgiriyê dide welatiyan ku tenduristiya xwe bişopînin, rîskên muhtemel di demê de tesbît bikin û bi vî awayî jiyanekê saxlemtir bijîn.







