TJA'yê bertek nîşanî êrîşa li ser pêşangeha xwe da
- 13:26 18 Mijdar 2025
- Rojane
WAN - TJA'yê li dijî serdegirtina pêşangeha xwe a nîvê şevê daxuyaniyek da. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gülderen Varlı got, "Hedê xwe bizanibin. Bê guman dê ji bo vê yekê hesab bê xwestin û gavên qanûnî yên pêwîst dê werin avêtin. Yên ku nîvê şevê tên û wêneyên jinan berhev dikin, çima ji kujerên jinan hesab napirsin?"
Tevgera Jinên Azad (TJA) duh, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Naventeweyî, li Galeriya Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêşangeha xwe ya wêneyan ya "Jinên ku Jiyanê li Dîrokê Zêde Dikin" vekir. Di çarçoveya lêpirsînek ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, bi ser pêşangehê de hat girtin. Di serdegirtinê de gelek wêne hatin desteserkirin.
TJA'yê di bersiva serdegirtina pêşangehê de daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyaniya ku li ber Galeriya Hunerê hat dayîn, rêxistinên girseyî yên jinan û demokratîk ên bajêr jî beşdar bûn.
'Hedê xwe xwe zanibin
Endama parlementoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Gulderen Varli, di daxuyaniyekê de got, "Polîs û walîtiyê di 25'ê Mijdarê de helwestek nîşan dan ku dê jinan îşkence bikin. Em dizanin ku jin tên kuştin û kujer nayên darizandin. Li vî bajarî, polîs ku nekarî kuştina Rojîn Kabaiş ronî bike , wêneyên jinên ku têdikoşin dikişîne. Ew wêneyên jinên ku ji bo jiyana xwe têdikoşin desteser dikin. Cihê xwe bizanibe. Çima polîs û walîtî lêkolîna mirina Rojînê nakin? Helwesta we li dijî kuştina jinan e an li dijî kesên ku têdikoşin e? Çima walîtî di nîvê şevê de ji bo Rojînê mudaxele nake? Nagihan Akarsel kesek e ku hişmendiya jinan zindî dike. Bi hezaran, bi dehan jinan ji bo vê yekê têkoşîn dane."
"Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Ji bo vê yekê dê hesab bê pirsîn û gavên qanûnî yên pêwîst werin avêtin. Ev helwest nayê qebûlkirin. Ew kesên ku di nîvê şevê de tên û wêneyên jinan berhev dikin, çima hûn ji kujerên jinan hesap napirsin? Em ji bo jiyanê li vir in û em li ser jiyanê israr dikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em bi ser bikevin."
Daxuyanî bi slogana "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
Ji Baroya Wanê bertek
Navenda Jinan a Baroya Wanê, êrîşa polîsan a li hemberî pêşangeha TJA'yê de daxuyaniyeke da û got, "Ev êrîşa ku li hemberî pêşangeha wêneyên jinên di dîrokê de li ber xwe dane û bûne pêşengên têkoşîn û guhertinê, êrîşa li ser hemû jin, civakê û demokrasiyê ye."
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê daxuyanî
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di hesabê xwe ya medyaya dijîtal de daxuyaniyek da û bertek nîşanî êrişa polîsan da û got: "Em ê tu carî vê êrîşa li ser wêneyên jinên ku bi têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê sembolên têkoşîna me ya ji bo rizgariya jinan in, qebûl nekin. Em ê rêya rastiyê bişopînin, mîrateya ku van jinên ku bi têkoşîna xwe rêya me ronî dikin hiştine hilgirin ser milên xwe."







