Ji DAKAP'ê starta 25'ê Mijdarê
- 13:21 18 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - DAKAP, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji girtiyên jin re kart şand û gotin: "Heta ku jin azad nebin civak jî azad nabin, dê avakirina aştî û civaka demokratîk bi saya têkoşîna jinan pêk bê."
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP), di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li ber Postexaneya Mezin a li Sûra Amedê kom bûn. Li ber postexanê pankarta “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hat vekirin û dowîzên wek “Jin jiyan azadî”, “Mêr lêdixe daraz diparêze", “Ji bo Rojîn edalet", “Edaleta dereng ne edalet e" û “Bijî yekitiya jinan” hatin girtin. Her wiha jinan wêneyên jinên ku hatine qetilkirin jî di daxuyaniyê de vekirin. Her wiha jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Biji berxwedana jinên di zindanan de” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama DAKAP 'ê Guneş Ozel ve hat xwendin.
Guneş Ozel, diyar kir ku heta ku jin azad nebin civak jî azad nabin û wiha got: "Avakirina aştî û civaka demokratîk dê bi saya jinan pêk bê. En dizanin ku bi têkoşîna rêxistinî em dikarin xwe biparêzin. Em ê li dijî êrişên kurevî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' jiyaneke demokratîk, azad û wekhev ava bikin.
Em li dijî şer aştiyeke bi rûmet, jiyaneke demokratîk, azad û wekheviyê diparêzin. Em ê li dijî şer, şîdet, xizanî û kedxwariyê bi hev re têbikoşîn. em xwedî li banga 'Aştî û civaka demokratîk' derdikevin. Dê bi têkoşîna jinan aştî, wekhevî û azadî bê wî welatî."
Piştî daxuyaniyê jinan kartên ku amadekiribûn ji girtiyên jin re şandin.
Dû re jî çalakî hat bidawî kirin.







