'Ev festîval ji bo me pir girîng e'
- 09:04 17 Mijdar 2025
- Çand û Huner
Gulistan Gulmuş
RIHA - Hunermendan derbarê 5'emîn Festîvala Fîlman a Rojava de, ku bi dirûşmeya 'Çîrokên hevpar û sinemaya azad" hatiye lidarxistin, gotin, "Me nîqaş kir ka em çawa dikarin wekî derhênerên jin werin ba hev, bi berçavgirtina raman û felsefeya Rêber Apo. Bi rastî jî watedar e ku em li vir ji bo pêşxistina sînemaya xwe di nav vê berxwedanê de werin ba hev."
5'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava, ku piştî navbereke pênc salan ji nû ve tê lidarxistin, li bajarê Qamîşlo yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 13-20'ê Mijdarê de dest pê kir. Festîval bi 120 beşdaran, îsal bi dirûşmeya "Çîrokên hevpar û sînemaya azad" mijarên ji koçberî û berxwedanê bigire heta têkoşîna rizgariya jinan û veguherîna çandî ya şoreşê derdixe pêş. Festîval ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava ve, ku girêdayî Tevgera Demokratîk a Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ye, hatiye organîzekirin û eleqeyeke mezin dîtiye. Hebûna derhênerên jin bi taybetî balkêş e.
Derhêner Elîf Yîgît, Çêker Rojda Şêxo û Derhêner û Lîstikvan Edûlê Şahîn ên beşdarî mîhrîcanê bûn, der barê atmosfer û naveroka festîvalê de ji JINNEWS'ê re axivîn.
'Eleqe û baldariyek pir baş hebû'
Fîlmçêker û lîstikvana fîlman Edûlê Şahîn bi girîngiya festîvalê dest bi axaftina xwe kir. Edûlê Şahîn derbarê naveroka festîvalê de agahî da û got, "Îro roja çaremîn a festîvalê bû. Di roja çaremîn de, semînerek li ser fîlmçêkerên jin ên li Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Me derfet dît ku em beşdarî vê semînerê bibin. Li vir, me bal kişand ser ka em çawa dikarin wekî jin fîlmên ku hestên jinan temsîl dikin biafirînin. Me li ser dijwariyên ku di sînemaya Kurdî de rû bi rû dimînin nîqaş kir. Me nîqaş kir ka em çawa dikarin li ser raman û felsefeya Rêber Apo fîlman biafirînin, em çawa dikarin di vî warî de sînemaya jinan ronî bikin û em çawa dikarin wekî fîlmçêkerên jin werin cem hev. Eleqe û baldariyek pir baş bû. Me pir kêfa xwe jê re anî. Vê yekê me pir serbilind kir ku ev festîval di serî de xebata jinan, bi taybetî jinên şehîd in."
'Em di nav berxwedanê de ne'
Çêker Rojda Şêxo heyecana xwe anî ziman û got: "Piştî 13 salan, ez beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bûm. Ev festîvalek pir hêja ye û em fîlm û çîrokên xwe li vir parve dikin. Me fîlmên xwe li vir, bi Kurdî, bê tirs, bi heyecan û meraqek mezin temaşe kirin. Ez jî pir kêfxweş bûm ku ez vegeriyam cihê ku min cara yekem kamerayek hilda. Di semînerek li ser derhênerên jin ên li Rojhilata Navîn de, me li ser estetîk û dijwarîyên sînemayê nîqaş kir. Me ezmûn û ramanên xwe bi ciwanên li vir re parve kirin. Bi vî rengî, heyecana li vir cûda bû. Bi rastî jî watedar e ku em li vir, di nav vê berxwedanê de, li hev civiyan da ku nîqaş bikin ka em çawa dikarin sînemaya xwe pêşve bibin."
'Ev festîval ji bo me pir girîng e'
Derhêner Elif Yigit, ku ji Berlînê beşdarî festîvalê bû, girîngiya lidarxistina festîvalek wiha piştî şoreşa Rojava destnîşan kir. Elif Yigit, bi balkişandina ser eleqeya zêde ya ji bo festîvalê, got, "Îro roja çaremîn a festîvalê ye. Min û hevkarên min semînerek li ser derhênerên jin ên li Rojhilata Navîn li dar xist. Me li ser vê yekê nîqaş kirin û ew pir baş derbas bû. Her wiha beşdarbûnek mezin jî hebû. Ev festîval ji bo me pir girîng e; mirov her roj tên temaşekirina fîlman. Festîval pir baş diçe; piştî berxwedana Rojava, gelek kesên li vir derfet dibînin ku werin û fîlman temaşe bikin, ku ev pir girîng e. Ez pir kêfxweş im ku li vir im."







