Li Rihayê di qezaya li înşaetê de 2 karker mirin

  • 20:34 16 Mijdar 2025
  • Rojane
 
RIHA - Li taxa Kisasê ya Rihayê di înşaeta avahiyekê de qeza pêk hat. Di qezaya li înşaetê de 5 karker di bin betonê de man. 2 karkeran jiyana xwe ji dest da.
 
Li taxa Kisasê ya Rihayê dema xaniyekî yek qat ava dikirin û beton dirijandin qalib, xanî hilweşiya. Di hilweşîna xanî de 5 karker di bin betonê de man. Welatiyên derdorê bang li serwîsa lezgîn a 112'an kir. Piştî yekineyên serwîsa 112'an û AFAD'ê bi hawarê hatin, 5 karker ji bin betonê derxistin û rakirin nexweşxaneya Mehmet Akif Înanê ya Rihayê. Ji karkeran Sedat Kurt û Yakup Guneş jiyana xwe ji dest da.