Rêvebera Meclisê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya di êrişê de jiyana xwe ji dest da
- 11:53 9 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrİşa dewleta Tirk a li dijî konvoya ber bi Bendava Tişrînê de rêvebera meclîsê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi xemgînî qetilkirina rêvebera meclisê Kerem Ehmed Şehabî El Hemed radigihîne û hat diyarkirin ku Kerem Ehmed Şehabî El Hemed di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest daye.
Her wiha hate destnîşankirin ku Ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya li hemberî şer, bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê da Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk li dijî karwana wesayîtên gel êrişeke hovane pêk anî, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û hin jî şehîd bûn. Ev êrişa dewleta Tirk nîşaneya hovîtî û armancên wê yên qirêj in.
Meclisê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin û bi "karê terorane ya tirsonak" wesif kir û got dewleta Tirk li dijî jinên di oxira pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê de tê dikoşin, êrişên xwe dewam dike.
Di dawiyê de bang li tevahî jinên azadîxwaz hat kirin ku şehadeta Kerem Ehmed Şehabî El Hemed ji bo tevahî jinan bang e ku divê li hember zulmê dengê xwe bilind bikin û ji tevahî cîhanê re bêjin ew teslîm nabin.