Li dijî mêrê ku tacîza zayendî pêk anî parastina rewa

  • 09:46 26 Sibat 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Konakê jineke ku dikira li wesayetê siwar biba, cilên wê wekî hincet hat nîşandan û bi tacîzê re rû bi rû hat hiştin. Jina ku tacîz lê hat kirin parastina rewa kir. Mêrê ku tacîz kir di îfadeya xwe de wiha got:"Ez nexweş im ez derman bi kar tînim."
 
Li Konaka Îzmîrê jineke ku li rawestgehê dikira li wesayetê siwar biba cilên ku li xwe kiribû wekî hincet hat nîşandan û ji aliyê mêrekî ve hat tacîzkirin. Jina ku li dijî tacîzê parastina xwe ya rewa bi kar anî spreya ku ji çavan hêsir tîne xwarê bi kar anî û mêrê ku ew tacîz kir zev kir. Welatiyên derdorê dikira tacîzkar lînç bikirana. Mêrê ku jin tacîz kir di îfadeya xwe de wiha got:"Ez nexweş im ez derman bi kar tînim."
 
Jina ku hat tacîzkirin diyar kir ku ew ê giliya xwe bidomîne û dozê veke. Welatiyên derdorê jî anîn ziman ku kuçe ji ber mêrên tacîzkar bê ewle bûye û divê jin li dijî tacîzkaran parastina rewa bi kar bînin.