Der barê gumanbarê destdirêjiyê de biryara tahliyeyê

  • 20:11 22 Nîsan 2026
  • Hiqûq
ENQERE - Heyeta dadgehê der barê polîsê gumanbar Huseyîn Kiliç ku peywira xwe nebaş bikar anîn û li mala ku ketiyê li hember A.A destdirêjî pêk anî de 7 sal û 6 meh ceza hat birîn û runiştin hat taloqkirin.
 
Li Enqereyê polîsê gumanbar Huseyîn Kiliç peywira xwe nebaş bikar anî û li mala ku ketiyê li hember jina bi navê A.A êrîşa zayendî pêk anîn. Der barê polîsê gumanbar de ji sûcên ‘binpêkirina destnedana malê’, ‘ kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘peywira cemawerî nebaş bikaranîn’ de doz hat vekirin. Yekemîn runiştina dozê li 54’emîn dadgeha ceza Asliyeyê ya Enqereyê hat dîtin. Gelek jin û parêzer tevli runiştinê bûn. A.A , xizmên xwe û parêzerê wê jî di runiştinê de amade bûn. Lê gumanbarê girtî dihat darizandin tevli runiştinê nebû.
 
Heyeta dadgehê di runiştinê de biryara xwe aşkera kir û ji sûcê ‘êrîşa zayendî’ 7 sal û 6 meh ceza birî, ji sûcê ‘binpêkirina avahiyê’ 10 meh ceza birî û ji sûcê ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ biryara beratê da. Gumanbar ji aliyê dadgehê ve hat tahliyekirin.
 
Parêzer û jinên xwestin daxuyaniyê bidin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.