Di atolyeyên parastina cewherî de hişmendiya jinê tê belavkirin

  • 09:16 25 Sibat 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Endama Mala Gel Gîzem Coşkun, diyar kir ku ew di atolyeyên parastina cewherî ya femînîst de pêşxistina hişmendiya jinê pêk tînin. 
 
Li Mala Gel a Gultepe ya Îzmîrê, jin ji bo faliyetên cuda yên wekê drama, xwendin, sohbetê tên cem hev û yek ji atolyeyên herî zêde eleqeyê dibîne atolya parastina cewherî ye. Endama Mala Gel Gîzem Coşkun diyar kir ku wê bi rêgeza piştevaniya jinê re hişmendiya jinê derkeve holê û ew jî tevlî atolya parastina cewherî dibe. Gîzemê bi lêv ku jin ji ber jintiyê pisgirêkên wan bi polîtîkayên dijminahiya li dijî jinê ya desthilatdariyê kûrtir dibin û ji bo hişmendiya jinê pêş bikeve parastina cewherî gelek girînge.
 
Gîzemê bi lêv kir ku piranî jinên karkerên malê tevlî atolyeyê dibin û got di atolyeyan de ji bo pirsên ‘zayenda civakî çi ye çawa derdikeve holê’, ‘pirsgirêkên jinan yên dijîn çi ne’, ‘ Polîtîkayên destilatdariyê ji vê çawa xwedî dibin’ li bersivan digerin.
 
‘Ewil rêzdariya xweser divê pêşbikeve’ 
 
Gîzemê destnîşan kir ku parastina cewherî ya femînîst ewil bi xwenaskirina jinê dest pê dike û êrîşên li dijî nasname û jiyana wan divê ferq bikin û divê bizanin ku her kes destnedana wan heye. Gîzemê daxuyakirin ku piştî ku jin rêzdariya xweser ferq bikin şûnde dikarin têbikoşin. Bi hev re çareserî pêkanîn çandê pêş dixe Gîzemê anî ziman ku ew hewl didin ku hêmayên nasnameya jinê tehdîd dikin danîn holê bi hev re çanda hilberandina çareseriyê pêş bixînin û got wan derxistiye holê ku bi hevrebûn hêzê dide jinan.