‘Çawa ambulans dereng man, komele jî wisa hat girtin’
- 09:24 20 Sibat 2018
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Mustafa Budak di komujiya 10’ê cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Mustafa, Hanîfe Budak bertek nîşanê girtina Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê ku ji aliyê malbatan ve hatibû avakirin, da û diyar kir ku ambulans çawa dereng hatin, komele jî ji ber wê sedemê hatiye girtin.
Malbatên kesên di komkujiya 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê cotmehê ava kiribûn û komele hatibû girtin. Malbatan bertek nîşanî girtina komeleyê da. Hevjîna Mustafa Budak ê ku di komkujiyê de bi giranî birîndar bû û piştî têkoşîna 22 mehan şûnde di 25’ê Hezîrana 2017’ande jiyana xwe ji dest dabû, Hanîfe Budak diyar kir ku dewlet ji navê aştiyê jî ditirse û komele ji ber vê yekê girtiye.
Hanîfê daxuyakirin ku hîna jî nikare biçe Gara Enqereyê ya komkujî lê pêk hatiye û wiha got: “Bi salane ez naçim wir. Lê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Komeleyan jî bigirin kolanan jî bigirin em ê dest jê bernedin.”
‘Ji navê aştiyê jî ditirsin’
Hanîfeyê destnîşan kir ku hevjînê wê 22 meh piştî komkujiyê jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: “Me bi hemû malbatan re têkiliya mayînde danî. Dewlet bi girtina komeleyê dixwaze mudaxaleyê doza didome jî bike. Runiştinan dibin cihên dur lê em ê dîsa biçin. Ew komeleyê bigirin jî em ê dîsa vebikin. Em natirsin, ew ditirsin ku komeleyan digirin.”
‘Tirkiye bû welatê komkujiyan’
Hanîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Pirsûs, Amed û Enqereyê nayê efûkirin û tevî hevalên me yên birîndar man û nikarin tiştekî bikin dibêjin em ê ji bo aştiyê dîsa biçin.
‘Ew bigirin em ê dîsa vekin’
Hanîfeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hêza dewletê wê têrî astengiya aştiyê neke û got wê israra aştiyê bidomînin û ew çiqas komeleyên wan bigirin ew ê dîsa vebikin û têkoşîna xwe berdewam bikin.







