Serdana kampa penaberan a Erbadê hat kirin
- 12:15 11 Sibat 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serdana kampa penaberan a Erbadê ya Başûrê Kurdistanê kir.
Heyetek ji Rêveberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê serdana kampa penaberan a Erbadê ya Başûrê Kurdistanê kir. Hevseroka Kantona Cizîrê Hiva Erabo, Cîgirê Kantona Cizîrê Apram Ishaq, li ser navê rêveberiya Kongra Starê Welide Boti û Nûnera Başûrê Kurdistanê ya Kongra Starê di nava heyetê de bûn. Heyet ji aliyê Serokê Meclîsê yê TEV-DEM'ê Mihyedin Yusuf Hesen hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê di merasîma ku pêk hate de endamên heyetê axivîn.
'Êrîş mahkumî têkçûyinê ye'
Hevseroka Kantona Cizîrê Hiva Erabo anî ziman ku penaberên ku li kampa Erbadê dimînin di encama êrîşên 2014'an ên li ser Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ji ax û ji malên xwe bûne. Her wiha Hivayê anî ziman ku divê em bê nan û av bimînin jî divê em bê welat nemînin û dê êrîşên li ser Efrînê vala derkevin.
'Em têk naçin'
Endama Rêveberiya Kongra Starê ya kampa Erbadê Leyla Murat jî anî ziman ku ew wekî jinên penaber piştgiriyê didin gelê Efrînê û got:"Em têk naçin. Çimkî em mafdar in. Me çav bera axa kesekî neda. Em axa xwe jî nadin kesekî. Em piştgiriyê didin serîhildana Efrînê û em ê her tim li ba gelê Efrînê bin."
Piştî axaftinan Kurdiyar Îbrahîm helbesta bi navê "Efrîna min" xwend. Serdena heyetê bi dirûşmên "Bijî berxwedan Efrînê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
Derbarê kampa Erbadê de:
Kampa Erbadê di sala 2015'an de ji bo gelê ku ji Sûriye û ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kirin hat çêkirin. Dora 10 hezar kesî li kampa Erbadê dijîn.







