Xizmên girtiyan: Armanca Erdogan Komkujî ye
- 09:10 31 Çile 2018
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Bertekên malbatên girtiyan ên li dijî 'kincên yekreng' berdewam dikin û malbatan anî ziman ku armanca Erdogan ew e ku di girtîgehan de komkujiyan pê bîne.
Bertekên malbatên giritiyan li dijî 'kincên yekreng' her ku diçe zêde dibin. Malbatan anîn ziman ku her ku roj diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike û zextên li ser girtiyan jî zêde dibin. Li dijî van zextên li girtîgehan Malbatên girtiyan bertek nîşan dan û gotin ku armanca Erdogan ew e ku di girtîgehan de komkujî bên kirin.
Jina bi navê Feyziye Kolakan a ku sê zarokên wê di girtîgehê de ne û zarokekî wê jî jiyana xwe dest da ye wiha got: “Kurê min Ehmed ev 25 sal e di girtîgehê de ye û nexweş e. Lê li gel ku nexweşejî wî nabin nexweşxaneyê ku bê dermankirin. Kurê min Mistefa 8 sal e di girtîgehê de ye û hîn 6 meh hene ku cezayê wî biqede. Kurê min Mehsûm jî sê meh di girtîgê de ma û hate berdan. Lê piştre carekedin hat girtin. Ez hêvî dikim ku di demeke nêz de ev zilma li ser me kurdan were rakirin.”
‘Çima van êşan bi me didin kişandin?’
Feyziye di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wihagot: " Ev nêzî 19 sal e Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tenê di cihekî de digirin. Rêberê me tu carî li dijî mirovan zilm nekiriye. Bî tenê edalet, azadî û aştî xwest û li dijî vê zilmê serî rakir. Me kurdan jî Serok ji xwe re mînak girtiye. Bila ev şer bidawî bibe.Bila ji xwe bipirsin çi mafê wan heye ku vê zilmê li me kurdan dikin? Em bi tenê kurdin û em mafê xwe dixwazin. Çima van êşan bi me didin kişandin."
‘Nahêlin em agahiyê ji xizmên xwe bigirin’
Jina bi navê Selma Polat a ku tî yê wê di Girtîgeha Tîpa D’ya Amedê de ye bi lêv kir ku dema çûne hevdîtinê dîtine ku rewşa girtiyan gelek xirap e û ev tiştan got: “Di dema hevdîtinê de tîyê min got 'ger ku mirina me bi kincên yek rengî be jî em ê wan kincan li xwe nekin'. Rewşa girtiyan xirap e û erka herî mezin dikeve ser milên me malbatan. Van kincên yek reng ne ew li xwe dikin û ne jî em qebûl dikin ku li wan bê kirin. Meh û nîvek cezayê hevdîtinê dane tiyê min û hevalên wî yên li heman qawîşê. Nahêlin ku em bi xizmên xwe re hevdîtinê jî bikin. Ji ber vê jî divê hemû sazî û partî êdî rabin ser piyan û alîkariya me bikin.”
‘Ger ku mirin îro dora me ye wê sibê jî dora wan be’
Fîkriye Tanrikulu ya ku xwîşka du girtiyan e jî da zanîn ku girtiyên di girtîgehan de hemû zarokên wan in û bi lêv kir zihniyeta cenazeyên zarokên wan ji gorên wan de derdixe êdî tu bendewariya wan jê tune ye û ev tiştan got: “Em wan kincên yek reng qebûl nakin û xizmên me jî li xwe nakin. Em tenê dixwazin dûrî me bisekinin. Ger ku me kincên yek rengê qebûl bikira em ê nehata hetanî vê rojê. Em ê tu carî serê xwe li ber wan netewînin. Armanca dewletê ne kincên yek reng e, armanca wê ew e ku di girtîgehan de komkujiyan çêbike. Em rihê Erdogan dizanin. Ger ku mirin îro dora me ye wê sibê jî dora wan be.”
'Em bên kuştin jî em ê vê pêkanînê qebûl nekin’
Herî dawî jî dayika Jiyan Atêş a ku 6 sale di Girtîgeha Sîncanê de ye û hîn 7 sal cezayê wê maye Ayşe Atêş jî got ku keça wê jê re gotiye ger ku bên kuştin jî wê wan kincan li xwe nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku em deng ji vê rewşê re dernexin wê demê wê rewş gelek xirap bibe. Divê hemû cihan li dijî vê pêkanînê bêdeng nemîne. Ger ku em deng dernexin wê jî vê rewşê re wê Erdogan li karê be. Li dijî vê zihniyetê ger ku em bên kuştin jî em van pêkanînan qebûl nakin.”







