Bi erîşên li ser Efrînê cihên dîrokî tên hilweşandin
- 11:38 23 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Balafirên şer ên dewleta tirk cihên dîrokî bombebaran dike û hildiweşîne.
TSK û OSO bi hev re hem ji hewayê hem bejayî êrîşî Efrînê dikin. Li gor agahiyên herêmî hem sîvîl di encama êrîşên li ser Efrînê jiyana xew ji dest dide hem jî cihên dîrokî tên hilweşandin. Kela Nebî Hurî ya girêdayî Tilê Endarê ya navçeya Şêrewa ku xwedî dîrokeke kevnar e ji aliyê topebarana dewleta tirk hat hilweşandin.







