Gelê Efrînê: Bila kesek netirse em dev ji axa xwe bernadin
- 12:10 22 Çile 2018
- Rojane
EFRÎN - Gelê ku ji bo cenazeyên xwe ji nexweşxaneyê bigirin gotin:"Bila kes netirse. Em dev ji axa xwe bernadin."
Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê yên li ser Efrînê hem ji hewayê hem jî bejayî berdewam dike. Li gor agahiyên hatine bidestxistin li dor 20 kesî jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane bêtir sîvil in. Gel herikîn ber nexweşxaneyê û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
'Em ê serî hildin!'
Welatiyên ku li ber nexweşxaneyê kom bûn wiha gotin:"Bila kesek netirse, ew belasebe şehîd neketin. Bila hemû kes bibîne ku hovaniyeke bi çi rengî li ser Kurdan û hemû gelan tê kirin."
Endama Malbatên Şehîfan Şaziye Hisên wiha got:"Em ji Tayyip Erdogan natirsin. Em axa xwe terk nakin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê bang bikin. Em ê serî hildin, em natirsin, em natirsin!"







