Qêrîna Sevgulê: Gelo piştî bêm kuştin wê dengê min bê bihîstin?
- 09:07 13 Çile 2018
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Şîdet, tehdîda mirinê û dûrxistinên tên binpêkirin….Sevgul a mahkumê şîdeta mêr-dewletê tê, wiha bang li jinan dike ‘Min xilas bikin’. Sevgulê her wiha diyar kir ku qey wê her tim jin birevin, xwe veşêrin, eziyetê bibînin û li kolanê bên derbkirin?
Qêrîna Dîlek Çakir ku di rojên borî de ku keçên wê ji aliyê mêrê bi navê Alî Yardim ve hat qetilkirin a weke ‘Ez çûm dozger, çûm polîs. Kesî ez neparastim’ hîna nehatiye jibîrkirin. Dîlek ku bi dehan carî gilî kir, lê dîsa ji tundiya mêr xelas nebû. Bi hezaran jinên wek Dîlekê dema dixwaze dengê xwe bide bihîstin, tenê tên hiştin û bê çare tên hiştin. Ji van jinan yek jî jê Sevgul e.
Ez bi telefonê li Sevgul C geriyam û min got ger tiştek nebe ez ê sibê bêm cem te. Lê Sevgulê got ‘ji vê lezgîntir tiştek tuneye, ne diyar e ku sibê ez bijîm an na’.
Bang li jinan dike: Min xilas bikin
Sevgulê ewil ev pirs pirsî û got: “Ma li bende mirina min in?” Sevgulê vê pirsê ji bo xwe û du keçên xwe yên 12 û 13 salî dipirse. Sevgulê bi taybet bang li jinan dike û dibêj e ‘Min xilas bikin’.
Dîsa hat berdan
Sevgulê di rojên borî de ji aliyê mêrê ku 12 salan pê re bi mehra olî zewicandî ma, Maşallah Ozkan ve bi çekê rastî tehdîda mirinê hat. Rastî şîdetê hat û bi alîkariya kesên derdorê hat xilaskirin. Maşallah roja biryara durxistinê qediyabû êrîşî Sevgulê kir, hat binçavkirin lê piştî îfadê hat berdan.
Sevgulê ji ber şîdetê berê jî gilî kiribû. Derbarê Maşallah de bi sûcên ‘ji qestî kes birîndar kirin’, ‘bi çekê tehdîd’ doz hat vekirin. Maşallah ê ne girtî dihat darizandin bi dehan carî biryara parastinê ya dadgehê binpê kir. Sevgul wî her tim li dora mala xwe dibîne û ji tirsan dernakeve derve.
Şîdeta 12 salan berdewam kir
Sevgulê bi lêv kir ku rojek wê bê şîdet derbas nebûye û got Maşalah li mala xwe ji çekê bigire heta her cureyê birînê vedişêre û got roja rastî şîdetê hatiye ji mirinê xilas bûye û polîsan tenê dest dane serçeka bê ruhsat.
Li zarokan jî şîdetê dike
Sevgulê diyar kir ku Maşallah şîdetê li zarokê wê jî dike û got dema li zarokên wê dixe, dikeve navberê û piştre vedigere li min jî dixe û dîsa bi ser zarokan de diçe.
Lê sibehê…?
Sevgulê daxuyakirin ku ‘mucîzeye ku îro ez dijîm’ û got lê sibehê?. Ji ber Maşallah li dora mala Sevgulê digere û dipê ku Sevgul û zarokan tenê bibîne.
Piştevaniya jinan…
Sevgulê wiha berdewam kir: “Salek berê birayê min rewşa me hîn kir û em ji malê derketin. Lê ez cem wan jî nemam. Em nerehet bûn. Ez bi zarokên xwe re derbasî xaniyekî din bûm. Bi hewldana komek jinan min xaniyek kirê kir. Tiştekî me tunebû. Jinan alîkariya min kirin. Ez bi saya wan li ser piya me. Mêrê jiyana me tehdîd dike li devre ne. Ez bi du keçên xwe re li bende mirinê me. Ewlehiya canê me tune. Ez bi şev nikarim razêm. Her tim rastî tehdîdan têm.”







