Li dijî pêkanîna ‘cilên yek reng’ qada têkoşînê tê avakirin
- 09:04 9 Çile 2018
- Rojane
Zulal Koçer
STENBOL - Platforma li dijî pêkanîna ‘cilên yek reng’ di 16’ê Çile de wê ji çapemeniyê re bê deklerekirin. Di platformê de hiqûqnas û rêxistinên mafên mirovan jî hene. Der barê platformê de Gulseren Yolerî wiha got: “Armanca me ya sereke, ev pêkanîn rabe. Lê li dijî pirsgirêkên derkevin holê, em plan dikin ku ekîbên bi girtîgehan re eleqeder bibe ava bikin.”
Bertekên li dijî pêkanîna ‘cilên yek reng’ didomin. Dema pêkanîn hat rojevê şûnde parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî hatin cem hev û daxuyaniyên hevpar dan. Di 16’ê Çile de wê platformeke ji van pêk tê bê avakirin. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der barê platform û xebatên ku bimeşîne, de axivî.
Gulserenê daxuyakirin ku hewcedariya vê platformê wiha bi lêv kir: “Ev pêkanîna bi armanca Îşkence û tolgirtinê ya serokkomare. Ev bi gotinên xwe îfade kir. Dîsa di vê daxuyaniyê de girtîgeha Guantanamo referans girt.Çawa me ev bihist em tirsiyan. Ji ber ev pêkanîn di navbera salên 1983-84’an de pêk hatibû û bi îşkenceyên giran encam bibû.”
Gulserenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê demê di encama têkoşîna girtiyan de dest ji pêkanînê hatiye berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê demek zehmet bû. Bû sedema gelek canî. Li aliyê din piştre ev pêkanîn dem bi dem hat rojevê. Di 1987’an de hat rojevê û piştre di 2003’an de ji aliyê AKP’ê ve hat rojevê.”
Gulserenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her ku ev pêkanîn hat rojevê ji ber bertekan hat rakirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di meha Tîrmehê de daxuyanî da û piştî vê em ketin tevgerê û me civînek pêk anî. Piştî vê platformek hat avakirin lê xwe deklere nekir. Rêxistinên ji derveyê me bawer nedikirin ev pêkanîn bibe qanûn.”
‘Wê tecrîd giran be’
Gulserenê diyar kir ku wek ÎHD’ê di fikarên xwe de mafdar bûne û wiha dirêjî da axafatina xwe: “Ev pêkanîn wê bandorê li darizandinan bike. wê bandorê li mafên xwegîhandina tenduristî û dermankirinê bike. Dîsa wê bandorê li ser hevdîtinan bike. yanî wê tecrîd giran bibe. Bi vê pêkanînê dixwazin hemû civakê bikin yek tîp.”
Li dijî rewşên lezgîn wê ekîbek bê avakirin
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê re platformek ava kirine û dema bikeve dewrê wê ji pirsgirêkên lezgîn re çareseriyê bibîne û got: “Em plan dikin ku ji bo her girtîgehê ekîbekê ava bikin. Dîsa wê van pirsgirêkan bi rayagiştî re parve bikin. wê rapor bên amadekirin. Armanca me eve, pêkanîn bê rakirin. Di 16’ê Çile de emê bi civînekê deklere bikin.”







