Jinan li ber Serokatiya Karên Diyanetê çalakî li dar xist
- 11:10 3 Çile 2018
- Rojane
ENQERE - Jinan li ber avahiya Serokatiya Karên Diyanetê çalakî li dar xistin û gotin: "Diyaneta Îstîsmarkar 'Bi Biryarnameya di Hukmê Jinê' de hatiye morkirin. 6 jinên ku çalakî li dar xistin hatin binçavkirin.
Jin şevadin li dijî parvekirinên Serokatiya Karên Diyanetê ku li ser medya civakî weşandin û zewazca zaroka meşrû dike derketin qadan û çalakî li dar xistin. Jinên ku li ser medya civakî bertekên xwe bi etîketa #DiyanetKapatılsın - Bila Diyanet bê girtin anîn ziman, şevadin jî çûn ber avahiya Serokatiya Karên Diyanetê. Koma ku ji jinên Malên Gel pêk dihat, li ber avahiya Diyanetê dirûmên "Diyanet destê xwe ji ser jiyana me bikişîne" berz kirin û pankarta bi nivîsa "Diyaneta Îstîsmarkar, Bi Biryarnameya di Hukmê Jinê de hatiye morkirin" vekirin. Her wiha jinan bang li Diyanetê kir û gotin; "Hûn bi fitweyên xwe nikarin jinan rêve bibin, jin vê qebûl nakirin, wê hesap ji we bipirsin."
Jinên ku çalakî li dar xistin piştre hatin binçavkirin.







