Mêrê ku Rojbîn qetl kir nûçegîhanên me tehdît kirin

  • 13:45 25 Kanûn 2017
  • Rojane
AMED - Li taxa Dîlcelyê ku girêdayî Fîskayayê ye Rojbîn Baran ji aliyê Şehmus Îlahan ê ku pê re zewicandî bû ve hat kuştin. Şehmûs Îlhan ê ku piştî bûyerê li heman taxê digeriya, nûçegîhanên me yê ku ji bo agahiyê bigirin çûn taxê bi çekê tehdît kirin.
 
Li taxa Dîlcelyê ku girêdayî Fîskayayê ye Rojbîn Baran ji aliyê Şehmus Îlahan ê ku pê re zewicandî bû ve hat kuştin. Nûçegîhanên me yên ku ji bo derbarê bûyera şeva berê qewimî de agahiyê bigirin çûn taxê, ji aliyê Şehmus Îlhan ê ku piştî bûyerê li heman taxê digeriya ve bi çekê hatin tehdîtikirin. Şehûms ê ku karta çapemeniya hevalên me xwest, diyar kir ku ger kart jê re neyê nîşandan ew ê wan bikuje û hevalên me tehdît kirin. Piştî ku hevalên me kart nîşan dan Şehmûs Îlhan derbarê ku çawa Rojbînê kuştiye de bi wayekî pir rehet agahî dan.
 
Nûçegîhanên me bi çekê tehdît kirin 
 
Şehmus yê ku bi awayekî vekirî li ber kamerayê axivî û got ku ew bê girtin jî wê ceza negire, diyar kir ku kuştina jinan ji aliyê darazê ve jî bê ceza tê hiştin. Şehmûs got ku ew çûye ser gora Rojbînê jî û piştre bi awayekî pir rehet ji cihê bûyer veqetiya. Şehmûs ê ku nûçegîhanên me tehdît kirin, piştî ku nûçegîhan veqetiyan jî ew heta serê kolanê şopandin. Şehmus piştî ku polîs li serê kolanê dîtin paşve vekişiya. 
 
Rojbîna ku hat qetilkirin jî hat aşkerakirin ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye definkirin.