Piştî 2 salan: Taybet Înan li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn

  • 14:54 22 Kanûn 2017
  • Rojane
ŞIRNEX - Taybet Înan ya ku li di 14'ê Kanûna 2015'an de li Şirnexê bi guleya hêzên leşkerî yên tirk li Şirnexê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin li cihê lê hat qetilkirin bi qurnefîlan hat bîranîn. Bîranîna ku bi 10 jin tevli bûn li gel dorpêça polsan bi lîlandin û dirûşma "Şehîd Namirin"  hat kirin.
 
Li Sîlopiya Şirnexê piştî qedexeya derketina kolanan a 14'ê Kanûna 2015'an di roja 5'emîn a qedexeyê de Taybet Înan a 57 salî ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma û tiyê wê Yusuf Înan (53) hatibûn qetilkirin. Di ser kuştina Dayika Taybet û tiyê wê Yusuf re salek derbas bû. Bi minasebeta 2'emîn salvegera vê qetilkirina hovana li Sîlopiyê di pêşengiya TJA'yê de bi dehan jin ji bo ku daxuyaniyê bidin li Sîlopiyê li cihê ku Taybet Înan lê hatibû qetilkirin kom bûn. 
 
Bîranîn bi tevlibûna Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, Hevseroka DTK'ê Leyla Guven, Hevseroka HDK'ê  Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamentêra HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk,  Hevseroka DBP'ê ya  Bajarê Amedê  Ruken Emîne Akça û bi tevlibûna gelek  rêveberên saziyên sivîl hat lidarixistin.  Heyeta ku li gel dorpêça polîsan çû cihê ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin qurnefîl danî cihê ku  cenazeyê Dayika Taybet lê li erdê ma .Jina dema ku qurnefîl danîn lîlandin û dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.
 
Heyetê piştre serdana malbata Hecî Mele Hesen û Pakîze Nayir yên ku di dema qedexeyê de hatin qetilkirin.