‘ Em biçûk bûn ew mezin bûn’

  • 09:22 21 Kanûn 2017
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinan diyar kir ku ‘Bila Erdogan bê li poşetên me yên dan û standinê binêre’ û li dijî rêjeya mezinbûna daneyên TUÎK’ê bertek nîşan dan. Jinan bi lêv kir ku ‘Em biçûk bûne, ew mezin bûne’ û hewl didin fêkî û sebzeyên herî erzan bigirin.
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê aboriya Tirkiyeyê ku mehên Tîrmeh-Tebax- Îlonê dihundirîne ji sedî 11.1 mezin bûye. Gelo vê mezinbûnê çiqas bandor li welatiyan kiriye. Welatiyên li bazara taxa Hurriyet a Seyhan a Edenê dan û standinê dikin derbarê mezinbûna Tirkiyeyê de axivîn.
 
‘Bila Erdogan bê li poşetên me binêre’
 
Gule Demîr daxuyakirin ku aborî her sal zêdetir biçûk dibe û ev tişt anî ziman: “Bila Erdogan bê li poşetên me yên bazarê binêre. Bila bibîne ku mezin bûne ya biçûk bûne. Ew mezin bûn em biçûk bûn. Ez bi 100 TL têm bazarê heftane dan û standinê dikim. Lê ev pere têr nake. Her tiş biha ye. Hêza me tune em bikin. Meaşên me gelek kêm in. Salê 3 caran zem lê tê kirin. Lê ji bo meaşan zem nayê kirin. Pereyê asgarî 1.400 TL ye. Ev wê têrî kê bike?”
 
‘Bila bên rewşa me bibînin’
 
Aliye Uslu jî destnîşan kir ku sala borî du kîlo firingî dikirî lê îsal ancax dikare kîloyekî bikire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gel birçiye birçî. Bila bên rewşa me bibînin. Ew li ser kursiyên xwe runiştine em rezîl bûne. Divê pereyê asgarî herî kêm 3.000 TL be. Bi vî awayî em dikarin zarokên xwe têr bikin.”
Ayşegul Aladaş jî diyar kir ku ew her demê denga xwe dide AKP’ê lê ligel vê ji Erdogan ne razî ye û ji ber debara wê nabe û ev 15 sal in krîz berdewam dike.