Parlamenterên DEM Partiyê: Qeyûmê mezin li qesrê ye

  • 14:06 15 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Parlamenterên DEM Partiyê ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan gotin, "Qeyûmê mezin li qeserê rûdinê. Yê ku rejîma qeyûm afrandiyê Erdogan e." 
 
Berxwedana ku li Êlihê piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî yên bi talîmata Wezareta Karên Hundir hat kirin, di roja xwe ya 12’emîn de didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
 
Girseya gel bi dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" û "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e" ber bi Qada Basinê ve meşiyan.
 
Girseya ku gihît qadê li wê daxuyanî da.
 
Tecrîda li ser Abdullah Ocalan 
 
Di daxuyaniyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û diyar kir ku hikûmet polîtîkaya talanê dimeşîne. Alî Bozan, anî ziman ku qeyûmê herî mezin li qesrê rûdine û wiha got: “Yê ku rejîma qeyûm ava kir Erdogan e.  Di ser hewldana derbeyê re 9 sal derbas bûn, lê li gorî pêkanînên wê serdemê qeyûm tên tayînkirin. Qeyûm pirsgirêka hemû mirovên li vî welatî dijîn e. Talan, dizî û desteserkirina îradeyê ye. Rewşa tecrîdê ya ku 25 sal in berdewam dike heye. Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in tecrîda girankirî heye. Em ê hem qeyûman û hem jî rejîma tecrîdê tasfiye bikin. Em berxwedana gelê Êlihê ku ev 12 roj in li berxwe didin bi rêzdarî silav dikin.Têkoşîna me heta ku rejîma qeyûm bi dawî bibe dê bidome."
 
 
'Divê dev ji bêhiqûqiyê berdin'
 
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengîz Çandar jî diyar kir ku gelê bajêr 12 roj in li dijî desteserkirina îradeyê berxwedaneke bi rûmet nîşan dide. Cengîz Çandar diyar kir ku hemû cîhanê berxwedana gelê Elihê dît û got, “Qeyûm îsyana li dijî siberoja aştî û demokrasiyê ye. Pêvajoya qeyûm ya ku 8 sal in dewam dike, eşkere ye.  Piştre gel vîna xwe hilbijart û şaredarî bi dest xist. Lê belê Enqereyê got, 'Na, hûn nikarin xwe birêve bibin.' Tehemula demokrasiyê nekir û vîna gelê Kurd hat desteserkirin.  Divê dev ji vê bêhiqûqiyê berdin. Qeyûm talan in, berxwedan jiyan e. “Silav silav ji gelê me yê berxwedêr re."
 
Ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kirin
 
Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz banga tevlîbûna mîtîngê kir û got, “Em ê mîtînga xwe li Xaçerêya Dortyoê pêk bînin. Em roja Yekşemê saet 13.00’an hemû gelê xwe vedixwînin Xaçerêya Dortyolê a li ber avahiya  DEM’ê ya Bajêr. 
 
Piştî axaftinan girse bi qîrîna dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana Batmanê" bi dawî bû. Girseya gel berxwedana xwe ya li dijî qeyûm berdewam kir.
 
 

Etîketan:

qeyum