Şoxan Mîrza: Ji ber aloziyên şer û siyasî jin ji mafên xwe bêpar dimînin
- 09:01 21 Hezîran 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafên jinan Şoxan Salîh Mîrza, destnîşan kir ku ji ber êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û geşedanên siyasî jin ji mafên xwe yên heyî bêpar dimînin û got: "Li herêmê kujer û êrişkarên jinan nayê darizandin. Tiştên ku jin dijîn dernakevin holê. Divê derbarê parastina jinan de xebatên cidî bên kirin."
Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), li hemberî Herêma Federal Kurdistanê pêk tê didomin. Ji ber geşedanên siyasî û êrişan pirsgirêkên jinan ên ku tu carî nehatî hatî dîtin di rewşa îro de ketiye rewşeke xeter. Bi taybetî di şer û êrişan de bêtir jin û zarok mexdur dibin. Li herêmê hejmara tundî û xwekuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Derbarê geşedanên siyasî û rewşa jinan de parêzvana mafên jinan Şoşan Salîh Mîrza axivî.
‘Li dijî neteweya kurd êriş dike'
Şoxan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk û got: "Êrişên Dewleta Tirkiyeyê li ser her deverên Kurdîstanê bi awayekî hovane berdewam in. Bi hinceta parastinê êrişê li sînoran dikin. Ev êriş jiyana kurdan dixe nava xetereyê. Her wiha bi her awayî hewl dide ku nasnameya neteweyî ya kurd ji holê rake."
'Divê her çar parçeyan bêtir deng bê derxistin'
Şoxan, diyar kir ku herî zede di êrişan de jin û zarok bi bandor dibin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bêguman jinên kurd di civaka Kurdistanê de her tim pêşengên şoreş û berxwedanê ne. Ji ber vê yekê jî Dewleta Tirk herî zede êrişê jinên azadîxwaz dike. Li başûrê Kurdistanê gelek sazî û rêxistinên sivîl ên jinan li dijî êrişan derketin û çalakiyên cuda li dar xistin. Bêguman hê jî hewildan û çalakiyên jinan a li dijî êrişên li hemberî Başûr didomin. Her wiha ne tenê li Başûr her sê parçayên din ên Kurdistanê jî çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî Tirkiyeyê tê lidarxistin. Lê bele tişta ku ji me re lazim e ew e ku em li her çar aliyên welat deng bêtir bilind bikin.”
'Li herêmê hejmara kuştina jinan zêde dibe'
Şoxan, ligel êrişên li hemberî herêmê di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha axivî: "Bi Başûr rêjeya tundî û kuştina jinan her diçe zêdetir dibe. Em nikarin bêjin ku tenê li herêmekê jin tên kuştin an jî bi tundiyê re rûbirû dimînin. Li her deverê cîhanê jin rastî şer, tundî, kuştin û nearamiyê tên. Jin, her tim di bin navên cuda de wekî; ol, siyaset, sedemên malbatî û baweriyên kevn ên eşîrtî rastî gef û tunekirinê hatine. Mixabin başûrê Kurdistanê cihê çîrokên xemgîn ên kuştin û îşkencekirina jinan e. Ji ber rewşa civakî, siyasî û aboriyê rêjeya tundî û kuştina jinan her diçe zêdetir dibe. Rexmî van hemû bûyeran aliyê qanûnî û mafên mirovan de tu sepandinek nîne. Ango li başûrê sepandinek wek jin bi tena serê xwe xwedî bi biryar e nîne. Pêwîste ku li dijî tundî û kuştina jinan de li Başûr zagon û yasa were derxistin. Lê bele mixabin bi van lîv û tevgeran hewil tê dayîn ku jin di nava civakê de ji her qadê were qût kirin. Her wiha di vî aliyê de jî hin qanûn hatine çêkirin.”
‘Bersûc her tim mafdar derdikevin'
Şoxan, anî ziman ku aloziya li herêma Başûr û Iraqê dibe sedema zêdebûna tundî û kuştina jinan û wiha bi lêv kir: "Di nav van aloziyan de jin ji mafên xwe yên ewle bêpar in. Aliyê darizandina kiryaran de pirsgirêkên pir cidî hene. Bersûcên jinan ji ber hişmendiya baviksalarî û paşverûtî mafdar tên xistin. Bi vî awayî kuştin û îşkenceya li ser jinan tê rewakirin. Darizandina kiryar û bersûcan pêk nehatiye lewra jin hîs nakin ku mafên wan tên parastin û hêvî nakin ku di nava malbat û civakên xwe de bi awayekî aştiyane bijîn.”
‘Weşandina nûçeyên kuştina jinan qedexeye'
Şoxan, bal kişand ser qedexekirina weşandina nûçeyên kuştin û xwekuştinê û destnîşan kir ku bi vî şiklî tê xwestin li ser hemû pirsgirêkên jinan û aloziyên herêmê were girtin û wiha berdewam kir: “Ev pêngava hikûmetê hedef dike ku pêşiya ragihandina bûyerên tundî û kuştinê bigire. Ev tundîtujî ne tenê li ser jinê ye. Bi giştî li ser civakê tundîtujîyek mezin heye. Gava jin rastî tundî û îşkenceyê hatin dixwazin denge xwe bilind bikin lê belê ew bi vî qedexeyê tê xwestin were qût kirin. Ango ev biryar qûtbûna dengê civak û jinê ye. Hikûmet şûna ku xwe ji pirsgirêkên jinan berpirsyar bibine hewil dide ku pêşiya bilind kirina dengê jinan bigire.”
'Li dijî kuştina jinan divê xebatên cidî bên kirin'
Parêzvana mafên jinan Şoxan Salîh Mîrza, daxuyand ku divê pergala deshilatdar weke erka xwe ya exlaqî pirsgirêkên li hemberî jinan binirxîne û di cezakirina sûcdar û kujerên jinan de xebateke cidî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku em bi pergal û rêxistinekê kar bikin pêwîsti belavkirina hişmendiya civaka wekhev û demokratîk heye. Lazime ku em bi vî awayî bikevin her malê ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan were girtin xebatan bikin. Divê ji bo pêşîlêgirtina tundî û kuştina jinan zagon û yasa werin derxistin ku bi hincetên cûrbecûr destûr neye dayîn jin werin kuştin. Di dawiyê de hemû xetereyên ku ewilî li ser jinan hene, ji bo mirovahiyê xeteriyek e. Ne tenê gefên li ser jinan e, di heman demê de li ser jiyan û di civaka mirovahiyê de gefên mezin hene.”