Bîrsen Orhan: Hûn nikarin îradeya gel bi betonan xesp bikin

  • 09:10 24 Mijdar 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSIM – Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, anî ziman ku gel li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, berxwedaneke xurt nîşan da, der barê polîtîkayên qeyûman ên hikûmeta AKP-MHP'ê de got, "Hûn nikarin îradeya gel bi astengên beton desteser bikin."
 
Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin, rûniştina doza Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hat dîtin. Di danişînê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Cevdet Konak hat birîn. Piştî ceza yekser xebatkarên şaredariyê û endamên partiyê li ber şaredariyê dest bi nobetê kirin. Piştî destpêkirina çalakiya nobedê, polîsan barîkat danîn û piştî qeyûm tayîn kirin êrîşî gel kirin. Di van çalakiyan de bi giştî 8 kes hatin binçavkirin.
 
Têkildarî mijarê hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, axivî. 
 
'Gelê Dêrsimê nehişt îradeya wan bê desteserkirin'
 
Bîrsen Orhan, beriya her tiştî nûçeyên berê yên dê li 27 bajaran qeyûm tayîn bikin bi bîr xist û der barê kiryarên ku yekser piştî tayînkirina qeyûman hatin kirin de ev nirxandin kir: "Di 20'ê Mijdarê de hewl dan ku bi dorpêçkirina her derê wêneyekî çêbikên. Di rûniştina hevşaredarê me de tundiyeke bêhempa hebû. Li ser navê ewlehiyê komkujiyek çêbû. Bi xwezayî, me kêm-zêde texmîn dikir ku dê pêvajo ber bi çi ve biçe. Lê belê em wisa difikirî ku bertekên gel ên di heyama dawî de dê wan bi paş de biavêje. Duh li vê derê ez li şaredariyê bûm; Hevalên me yên din li ser peywirê bûn. Hin hevalên me ji ber karên cuda derketin derve. Vê yekê veguherandine firsendekê û ji nişka ve ji her alî ve dora min girtin û hewl dan ku bêm binçavkirin. Ez li wir jî bi tundiyê rû bi rû mam. Piştre gel berxwedaneke mezin nîşan da. Li hemberî vê berxwedanê xwestin gel bi fîşekên plastîk, ava şid û bombeyên gazê yên ku tevahiya bajar girtiye paşve bixin. Lê çi kirin jî berxwedaneke xurt hebû. Gelê Dêrsimê îradeya xwe nîşan da. Gelê Dêrsimê nehişt îradeya wan bê desteserkirin.”
 
 
'Yên ku gaza bîberê dirijînin û guleyan diteqînin dê çi bidin van mirovan?'
 
Bîrsen Orhan der barê xebatên wan û projeyên 7 mehan de li bajêr pêk anîne axivî û diyar kir ku îradeya wan hatiye desteserkirin û wiha pê de çû: “7 meh in em li ser kar in. Me bi her ferdên vî bajarî re girêdanek çêkiriye û em bûne çareseriya pirsgirêkên bajêr. Tevî wêraniyên ku di dema qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê de hatin kirin û rewşa aborî ya xerab a Şaredariya Dêrsimê, me li bajêr projeyên gelekî xurt meşandin. Me projeyên girîng hem di warê binesaziyê û hem jî di aliyê avahîsaziyê de bi dawî kirin. 
 
Niha divê bê pirsîn: Yên ku gaza îsotê dirijînin û guleyan berdidin gel, dê çi bidin vî gelî? Her alî hat girtin û ya herî girîng jî li ber şaredariyê bendên beton hatin danîn. Lê gel xwest wan astengan bişkîne û berê xwe bide şaredariyên xwe."
 
'Qeyûm biryareke siyasî ye'
 
Bîrsen Orhan diyar kir ku qeyûm biryareke siyasî ye û diyar kir ku ev biryar darbe ye û got, “Me di 20’ê Mijdarê de dest bi nobetê kir. Serdanên bi hêz pêk dihatin. Lê duh bi temamî dorpêç bû. Ew tenê dikare bi rêya dagirkerî, gendelî, polîtîkayên şerê taybet bajarên ku bi dest nexistine, bi dest bixin."