'Di Remezanê de qedehek çay jî li ser milê me bûye bar'
- 09:01 13 Nîsan 2022
- Ked/Aborî
Medya Uren - Derya Ren
AMED - Nîştecihên taxa Ben û Senê, bal kişandin ser meha Remezanê û diyar kirin ku ji ber qeyranê nikarin sifreyeke baş a fitarê daynîn û gotin: "Êdî şûnde ne mehekî em ê 12 mehan birçî bimînin. Qedehek çay jî li ser milê me bûye bar."
Di 20 salên dawî de enflasyon derket asta herî jor. Pêlekî herî biçûk jî aboriya Tirkiyeyê bandor dike, lewra bi şewba koronoyê û şerên ji derveyî sînor tên meşandin her ku diçe ev rewş girantir dike. Herî zêde li herêmê polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin û ev tişt jî dibe sedema xizaniyê. Nîştecihên taxa Ben û Senê ya Yenîşehîra Sûra Amedê ku gelek ji wan di salên 1993’yan de ji ber zext û zordariyê gundê xwe terk kirine. Koçberî di her helê de bandorê li jiyana wan kir, bi taybetî jî di hêla aborî de pir zehmetiyan dikişinin. Jinên li taxê dijîn ji me re qala Remezanê û bandora qeyranê kirin.
‘Wijdan lazim e’
Edûl Agirbaş di serî de bal kişand li ser qeyrana her ku diçe zêde dibe û got: “Debar kirin zor bûye. Hevalê min tenê dixebite, zarokek min di girtîgehê de ye. 2 êtîm jî li gel min in. Bi mûçeyekî em ewqas kufletan xwedî dikin. Lê mixabin em nikarin wan têr bikin. Her ku diçe ji qeyrana aborî mezin dibe, evqas jî nabe. Ez îro çûm bazarê kîloyek firingî bûye 20 TL, xiyar bi 12 TLî, îsot 52 TL, tenîkeyek dohn bi 600 – 700 lîrayî û torbeyek arvan jî bûye 350 TL. Ji ber bihabûnê min tiştekî nestend û ez hatim. Min tenê 2 nanê samon stend, ew jî ji neçarî. Wijdan lazim e. Mûçeya tê mala me de heman e, lê belê gelêr ne heman e. Me bi wê mûçeyî xurekan distend, debara xwe dikir, deynê xwe dida û pêdiviyên zarokan pêşwazî dikir. Lê mixabin îro em bi wî mûçeyî nikarin pêdiviyên xwe yên sereke weke xwarinê jî bînin cîh.”
‘Êdî qedehek çayê jî li ser mile me bû bar’
Edûl bal kişand li ser bandora qeyranê li ser Remezanê û wiha diyar kir: “Berê di remezan de mêvan dihatin malê, me xwarin belav dikir. Lê mixabin em nikarin kesê bînin. Beriya niha taziyek yê me çûbû. Me nekarî em ji bo mêvanên tên xwarinek sererast çêbikin. Ligel wê ji me mesrefeke mezin kir. Weke berê bereket jî nemaye. Berê mêvan pirbûn, lê mixabin li cihê wê niha qeyran pirbûye. Êdî qedehek çayê jî bûye bar li ser mile me.”
‘Ne xwarin ne bereketa berê ma’
Mewlûde Kaçan jî qala Remezanên berê kir û got: “Berê em li gundan bûn. Ew roj xweştir bûn. Em li konan bûn, me sahûra xwe ji xwarinên xwezayî û bi tendirust tije dikir. Êdî ne ew xwarin ne jî ew bereketa sofrê maye. Em hatine li bajaran bicihbûne rewşa me hate guhertin. Her ku diçe xirabtir dibe. Berê em li vir bi erebeyên bazarê diçûn kirîna xurekan. Niha em şêniyên taxê kom dibin em erebeyê nikarin tije bikin. Berê em bi 100 TL diçûn niha em bi 500 TL yê diçin danûstandina bazarê. Lê belê em nikarin pêdiviyên xwe bikin. Yên ku bêjin baş e ne rast dibêjin."
'12 mehan em birçî ne’
Dilşa Demîrcan jî qala rojên berê kir û wiha giliyên xwe anî ziman: “Bereketa berê zêde bû. Ango li gorî çanda me jî mêvandarî zêde bû. Bi taybetî di remezanê de jî me mêvan dianîn, em diçûn mêvaniyê. Di şevekê de me nêzî 6 kesan dianî mêvaniyê. Me qûrban didan, mewlûd dida. Wê demê jî pez, dewarê me hebûn. Niha jî em nikarin zikê xwe têr bikin. Tasek şorbe jî em nikarin bixwin. Ne mehekî 12 mehan em birçî ne, em mihtac in.”
‘Bi 100 lîrayî em nikarin xwarin bixwin’
Ferîde Temur jî bi van gotinan bandora qeyranê anî ziman: “Xebat tune ye, her kes bê kar e. Karê ku dikin jî bi mûçeya herî kêm e. Dile me êdî çi bixwaze em nikarin ya dile xwe bikin. Di Remezanê de goşt zêde dihat xwarin lê mixabin bi bihaye. Me berê bi 100 TL pêdiviyê malê hemû pêşwazî dikir, niha em nikarin bi 100 TL kîloyek goşt bistînin. Di remezanê de pêwîste em xwarinê parve bikin, bidin û bistînin. Lê mixabin ew derfeta me nemaye.”
‘Zikê me ji birça xewirî’
Şerîfe Adlî ya 108 salî jî têkildarê bihabûna heyî van gotinan parvekir: “Berê me çiqas çandinî kiriba me ewqas jî xurek bi dest dixist. Me dan, arvan û bi şînatiyan debara xwe dikir. Em hatine van quncikên bajêr û em şepirze bûne. Cureyên xurekan zêde bûne lê bihabû jî zêdebû. Em nikarin debara xwe bikin. Zigê me ji birça dixewire.”