'Ji ber polîtîkayên sîstemê yên şaş gel birçî dimîne'

  • 09:03 1 Cotmeh 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Qeyrana aboriyê li Tirkiyeyê kûr dibe û bandora xwe herî bêtir jî li ser jinê dike. Jinên karker ên ku li ser erd dixebitin û di bin bandora qeyrana aboriyê ya neyînî de dimînin wiha gotin:"Qeyrana aboriyê pişta me şikand. Ji bo em debara xwe bikin em karên zehmet dikin, lê belê hîna jî em nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane jî bînin cih. Ji vê rewşa me jî sîstema niha berpirsyar e. Ji ber polîtîkayên sîstemê yên şaş gel birçî dimîne. Pêwîst e demildest jî di aliyê çareseriyê de gavên girîng bên avêtin."
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aboriyê mezin dibe û welatî zehmetiyên mezin dibînin. Herî bêtir jî jin di bin siya qeyrana aboriyê de nikarin beramberê keda xwe bigirin. Bi taybet jî li herêmên kurdan, li gundan rêjeya xizaniyê zêde dibe û ev dibe sedema koçberiyê jî. Têkildarî qeyrana aboriyê me li navçeyên Qoser, Dêrik û Şemrexê mîkrofona xwe dirêjî jinan kir. 
 
'Ez nikarim zarokên xwe mezin bikin'
 
Bihar Yigit a ku ji navenda navçeya Dêrikê ye karên demsalî dike. Ew dayika 7 zarokan e û hewil dide bi vî karî debara xwe bike. Biharê da zanîn li van deveran debar gelek zehmet e, ji bo ew zarokan mezin bikin pêwîst e bêyî ku bisekinin kar bikin. Biharê wiha berdewam kir: "Ez nikarim zarokên xwe mezin bikim û ez di vê pirsgirêkê de ne bi tenê me. Li Dêrikê bigerin, hûn ê bi sedan dayikên weke min bibînin. Em ji neçarî tên karên demsalî dikin. Zarokên me jî di malê de bê xwedî dimînin. Em wan emanetî hev dikin."
 
'Em jin derfet û kar dixwazin'
 
Ezîze Ateş jî ji navçeya Dêrikê ye û ji bo debara xwe bike her tim dixebite. Lê ji ber ku li vê herêmê zêde derfetên karkirinê tune ye ew li ser erd dixebite. Ezîzeya bi salan e bi vî rengî debara xwe dike wiha got:"Ger nan tune be em bixwin em neçar in ku çi kar hebe em bikin. Yan em ê ji vir koç bikin an jî em ê bixebitin. Neçarî ye! Ji bo 80 lîrayê tirkî em 8 saetan li ber tavê dixebitîn. Ma karekî din heba min ê ev kar kiriba? Niha xizanî, qeyrana aboriyê zêde bûye û bi taybetî jî li herêma me debar zehmet bûye. Pêwîst e ji bo sererastkirina aboriyê gavên girîng werin avêtin. Em jin derfet û kar dixwazin."
 
'Hêvîdar im ku derfetên kar li vir werin zêdekirin'
 
Xatun Ateş a ku ji navçeya Şemrexê ye jî da zanîn ew dixwazin ji bo tevahiya hêrêmê derfetên aboriyê bên avakirin û wiha got:"Karkerên li vir zêdetir an dayik in an jî zarok in. Ji bo em debara xwe bikin em ji neçarî tên. Em car din jî kêfxweş in ku li herêma me derfetên biçûk jî bin werin afirandin. Em dixwazin li herêma xwe, di nava axa xwe de bixebitin. Lewra gelek ji me bi zehmetî kar dibînin. Ev jî car  car bi dest me nakeve. Di van salên dawî de welatî gelek pirsgirêkên aboriyê dibînin. Niha hevjînê min jî naxebite. Ez jî ew jî kar hebe em diçin, nebe em di mal de ne. Em herdu jî niha betal in. Hêvîdar im ku derfetên kar li vir werin zêdekirin."
 
'Ji ber polîtîkayên sîstemê yên şaş gel birçî dimîne'
 
Ayşegul Yigit a ku ji navçeya Qoserê ye da zanîn sîstem ji qeyrana aboriyê berpirs e û wiha got:"Qeyrana aboriyê pişta me şikand. Ji bo em debara xwe bikin em karên zehmet dikin, lê belê hîna jî em nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane jî bînin cih. Ji vê rewşa me jî sîstema niha berpirsyar e. Ji ber polîtîkayên sîstemê yên şaş gel birçî dimîne. Pêwîst e demildest jî di aliyê çareseriyê de gavên girîng bên avêtin. Em dibînin li cihê ku bi pirsgirêkên gel mijûl bibin bi karên derve re mijûl dibin."