17'ê Cotmeha 2017'an: Reqa hat rizgarkirin
- 09:01 17 Cotmeh 2024
- Di Dîrokê De Îro
Di çarçoveya hemleya azadkirina Reqayê ya ji DAÎŞ'ê de Reqa hat rizgarkirin.
Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne:
2015: Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê radyoya yekem a azad a Rojava ya bi navê JIN FM a jinê hat avakirin.
2015: Sosyalîst, siyasetmedar Anne-Marie Lizin a Belçîkayî jiyana xwe ji dest da.
2015: Çalakiya 4'emîn a navneteweyî ya Meşa Jinê ya di 15'ê Cotmehê de dest pê kiribû îro li Lizbona Portekizê bi dawî bû.
2016: Cezayê girtiya siyasî ya Nergiz Mihemed a di girtîgeha Evînê de ji 6 salan derket 10 salan. Rêxistinên mafên mirovan, parêzeran li dijî vê yekê bang ji bo serastkirina şerdên tenduristiyê yên ji bo Nergizê kirin.
2016: Lijneya Navendên Şêwirmediyê ya Stargehên Jinan a 19'emîn ya li Edeneyê hat lidarxistin îro bi dawî bû.
2016: Cezayê girtiya siyasî Nergiz Mihemed a li Girtîgeha Evînê ya Tehrana Îranê dihat girtin ji 6 salan derket 10 salî. Li ser vê yekê rêxistinên mafên mirovan banga piştevaniyê kirin.
2017: Komeleya Jinê ya Cerenê ya ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ya DBP'ê hatibû avakirin bi tayinkirina qeyûman hat girtin û teslîmî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) hat kirin.
2019: Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir bi dirûşma "Bi vî şerî mirovatî dimire, hiqûqa navneteweyî tune tê hesibandin, demokrasî winda dibe, li dijî mirovatiyê vediguhere sûc" xwestin balê bikşînin ser girîngiya banga gel.