'Zelalbûna statuya Birêz Ocalan wê ji bo fêdeya gelan be'

  • 09:05 12 Tebax 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya ji Rêxistinbûnê ya DEM Partiyê berpirs Elîf Bulut der barê Qanûna Çarçoveyî de axivî û da zanîn ku yek ji nokteyên kêm yên di vê qanûnê de nezelalbûna statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û  got zelalbûna vê mijarê wê ji bo fêdeya gelan be.
 
Çarçoveya avakirina zemîna hiqûqî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di 5’ê Tebaxê de pêşnûme qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî pêşkêşî meclîsê hat kirin û di liljneya Giştî ya Meclîsê de bi pir dengî hat derbaskirin.
 
Cigira Heserokatiya Giştî ya ji Rêxsistinbûnê Berpirs ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Elîf Bulut, der barê pêvajoyê de axivî û da zanîn ku ji bo qanûn bikeve jiyanê teqez divê hemû aliyên civakê bên îqnakirin.
 
Destpêkeke
 
Elîf Bulut da zanîn ku di qanûnê de kêmasî hene  lê tevî vê divê ji aliyê erênî jî bê destpêkirin û wiha got: “Qanûn encama têkoşîna ku demek dirêj hatiye dayînê ye. Ev destpêke. Em wek ji vir şûnde wê bi vê qanûnê her tişt biqede, wê pêşketin tunebe, wê bi vê bimîne nanêrin. Ev demek dirêje ji bo meclîs bê vê nokteyê me hewl dida. Komîsyon hat avakirin. Xebat hat meşandin. Salek derbas bû. Ev gava yekem bû. Em vê wek gav dinirxînin. Em wek destpêk dibînin.”
 
‘Em bi têkoşînê hatin vê astê’
 
Elîf Bulut anî ziman ku encama têkoşînê de qanûn hatiye meclîsê û tu kesî dest ji têkoşînê bernedaye û wiha domand: “Pirsgirêkên ji dema Osmaniyan destpê kir, bi damezarandina Komarê re heta niha hatine. Di dema damezrandina ewil de bi pêvajoya 1921’ê de wek de wek destpê kir bidomiya me ê îro ev pêvajo neaxivîbûna. Wê canê kesî neşewitiya. Em bi vê têkoşînê îro hatine vê astê.”
 
Elîf Bulut daxuyakirin ku hinek alî li hember pêvajo û pêşnûme qanûnê bi bertekin û li şûna hevparbûnê feraseteke mirovan tîne hember hev heye.
 
‘Statuya Birêz Ocalan wê ji bo fêdeya hemû gelan be’
 
Elîf Bulut daxuyakirin ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê statuya Birêz Ocalan gelek girîng e. Abdullah Ocalan her tim anî ziman ku ya girîng rewşa gelane, azadiya Gelê Kurde, demokratîkbûne. Divê statuya Birêz Ocalan zelal be. Dema statu zelal nebe em vê wek kêmasî dibînin. Divê statuya Birêz Ocalan bi çarçoveya qanûnî bê parastin. Divê nasnameya gelê Kurd bê parastin. Pêvajo ne pêvajoyeke ku DEM Partî, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi tena serê xwe bimeşînin. Aliyek bimeşîne wê kêm  bimîne.  Divê hemû aliyên civakê bên îqnakirin. Divê her kes ji aliyekî ve bi vê pêvajoyê bigire.”