Li Sêwregê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin

  • 11:11 11 Tebax 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Li navçeya Sêwergê jina bi navê Sevîlay Kabadayi, bi îşkenceyê hat qetilkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin, 4 kes hatin binçavkirin.
 
Li taxa Hecîcîk a li navçeya Sêwregê di 8'ê Tebaxê de xwestibûn ku Sevîlaya Kabadayi û Şiyar Uran bi çekê qetil bikin.
 
Şiyar Uran ê ku bi giranî birîdar bû, xizmên wî ew rakiribûn nexweşxaneyê û Sevîlay Kabadayî jî piştî bûyerê bi îşkenceyê hat qetilkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin 8 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin Cengîz Uran, Delîl Uran, Huseyîn Uran û Ramazan Uran  bi tawanbariya  "Parastina sûcdar" û "Tunekirina delîlên sûc, veşartina delîlan û guhertina delîlan" hatin girtin. 
 
Herwiha di çarçoveya dosyayê de hat eşkerekirin ku Sîdar Uran û Yusuf Uran jî firar kirine.
 
Hat eşkerekirin ku derbarê dosyayê de jî biryara veşartinê hatiye dayîn.